CAYBURG.NET
Kürtçe Şarkı Sözleri Kürtçe Şarkı Sözleri için paylaşım alanı - Lyrics
Cevapla
Ciwan Haco - Diyalog Bu konu 76 defa okundu ve 0 yorum yazildi.
 
Seçenekler
Alt 20.09.2008, 07:38 #1
Ilkokul 6. Sinif

Wink Ciwan Haco - Diyalog


DİYALOG

Bi sûnd bi peyman
ezê nehêlim kuç liser kuç
kit jê nahêlim
ezê bajar bikim
Dojeha liser riwê erdê
da "gawir" vegerine
ser riya "Ata"yê mezin
bira êdi Şirnex bêje
xwezi bi Dêrsimê geliyê Zilan
xwezi bi Helepçe
De lêxin "gurên boz" lêxin
kit ji wan nehêlin
Bira zanibin
Cihê şûrê me lê bilind bibe
ti seri xwe ranakin dibê
dixindirine newala
lêxin "Aslanlar" lêxin
mizgîniya "mirinê" bighênin
Qulpe û xwişmakên wê
Bêjin vaye hat "mirina zer"
bira ev çiya û zinar
nasbikin ez kime
ezim "Sayar"im
neviyê "Xanê" mezin
yê "Ata" û yê "Îsmet"

pesnê xwe nede
xezeba te ji tirsa nara teye
Alem pesnê xwe bi mirovaniyê
dilovaniyê zanyariyê dide
tu bi şûr
hin gelek ditin bahozên "zer"
li vî erdi gelek nîv-mirov
di çav xwede "fêris"
di nava xwede "newêrek" û
"bêbext"
derbas bûne
gelek hatine bablisokên "zer"
te basa "'xanê" mezin
'Ata" û "Îsmet" kir
ew hatin û çûn
lê ez livirim
ez livirim
liber diwarê birca Amed
ez livirim mîna Sûrhê me

li ser singa te
mina direhê me
di gewriya tede
di çavên tede
bablîsoka ji agirim
mîna sûrhê me liser sînga te

birçî tazi bider serê xwe natewênim
siruda welat dixwinim
kolonan dadigrim
bi rê ketiye 'meşa azadiyê"
zindan min kiriye mala rûmetê
dibistana şoreşê
bûme diwarê qalind liser singa te
livirim
nobedarê dara gûzê me
tiwa li hewşê
nobedarê tenura dayika şêrînim
ez livirim hevîrtirşim
di legena hevirê welat de
ez dipêjim hanê "Kurdayetiyê"
e saben min ji cemeda kurra
"Agrî"
di dilê mide dojeha sor
dema ez lidibim latê diguvêşim
ax nanê mine eger birçibim
lê dîsa livirim
bar nakim her livirim
sûrha giranim liser singa te
ez bazim û helina min e
"Bagok" û "Herekol"
ez pêşmerge me 'Egîdim"
diwarê qalindim liser bedena te
Bipirse ji 'Îskenderê Mezin"
...
ewê bêje te
çend dijware tîra min
ewê bêje te çiroka min
ev çiya carekê rabune
go hew bitewin
Sûrhim li ser singa te

livirim û bang dikim
biraye xwe li pişta xetê
li başur li barêş
were ba min kadestê xwe?
pişta teme "Sûrha Çin"
bawer meke gotinê "marê zer"
"rih dibê post, lê dijmin nabê
dost"
Paşayâ "Kor" mirê Rewandiz
mina Bedirxanê Botan
na gotin , bakur û başhur
dane ber xwe
ji Dersim. heta bi Mûsil, Kerkuk
Cevapla

Seçenekler

Yetkileriniz
Konu Acma Yetkiniz Yok
Cevap Yazma Yetkiniz Yok
Eklenti Yükleme Yetkiniz Yok
Mesajınızı Değiştirme Yetkiniz Yok

BB Kodlari Açık
Smileler Açık
[IMG] Kodları Açık
HTML-Kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı


Benzer Konular
Konu Konuyu Başlatan Forum Cvp Son Mesaj
Ciwan Haco - Can anter Kürtçe Şarkı Sözleri 1 14.03.2009 12:35
ZÎNÊ//Ciwan Haco Mre Kürtçe Şarkı Sözleri 0 16.10.2008 02:28
Ciwan Haco rawen_dersim Kürtçe Şarkı Sözleri 4 04.05.2008 15:31
Ciwan Haco - Na Na bazid Kürtçe Tek ve Karışık Mp3 2 03.04.2008 12:52
ciwan haco (xeribi) ibrahim21 Silinen Konular ve Mesajlar 0 30.10.2007 08:12

WEZ Format +2. Şuan Saat: 03:22.
Cayburg - Arşiv - Top - Iyiler - Web Stats
Rapidshare Uploaded.to Uptal.com Upshare.NET Filefactory.com Videolari, Video izle Fun, Fan Anket WinRAR | File Hosting Free Kurd Radyo Dinle Bedava Albüm Indir Yeni Albüm Albüm Paylasim .Net .Org
Powered by vBulletin® Version 3.8.1 Copyright ©2000 - 2009, Jelsoft Enterprises Ltd.

1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52 53 54 55 56 57 58 59 60 61 62 63 64 65 66 67 68 69 70 71 72 73 74 75 76 77 78 79 80 81 82 83 84 85 86 87 88 89 90 91 92 93 94 95 96 97 98 99 100 101 102 103 104 105 106 107 108 109 110 111 112 113 114 115 116 117 118 119 120 121 122 123 124 125 126 127 128 129 130 131 132 133 134 135 136 137 138 139 140 141 142 143 144 145 146 147 148 149 150 151 152 153 154 155 156 157 158 159 160 161 162 163 164 165 166 167 168 169 170 171 172 173 174 175 176 177 178 179 180 181 182 183 184 185 186 187 188 189 190 191 192 193 194 195 196 197