ahmet telli Heke tu biçî wê kavil bibe ev bajar, çivîk jî wê biçin
ez ê mîna rûbarekî, bêdeng bibim di rûyê devê çemê te de
Em li navnîþanên xelet bûn, belkî jî em bênasname bûn
dibû þaþwaziyeke kej hemû ronahî
Yên tenê em bûn qey, bênavber baran dibariya
ma em diqefilîn gava kulîlkên hinarê dilerizîn
Ku tu biçî wê kî av bide rihanan
çivîk wê xwe bipenêhin kuderê gava ku bibe êvar
Li bêdengiyê guhdarî dikim niha û li bêhna te
li ciyê ku tu bêdeng dimînî tiþtin diþikên
li bendemayîn dibêjim ji kolanan re, tu kûr difikirî û diçî
ez navê te dinivîsim li hemû rawestgehên otobûsan
hemû ciyên me lê hevdû maçî kirine bi navê te tên hildan
bi ser de ez te li bêdengmayînên xwe zêde dikim
Bêsilav û bêkelam em bigerin li kûçeyan
belkî bi me re ronî bibin hemû varoþ
li dû heps dimînin, seqemên bizingar
dostên ku em navê wan nizanin dimînin bi tenê
em wan dixin dilê xwe, wan germ dikin
em ê nebin qardiyan umrê xwe re her êvar
Ku tu biçî wê berf bibare li kulmên min, tu yê biqerisî
wê bibe bêdengiya xezalekê li van deveran eþq
Ronahiyên bifiyaqe vêdikevin di panoyên reklaman de
bênavber zêde dibin kuþtinên kujerên wan nediyar
û çivîkên mirî tên firotin li hemû gulfiroþan
ji dêvla binefþan, nêrgizan çivîkên mirî
dengê avekê bêhna rihanekê niha þewatên
dûr di bîra miriyên ciwan dixe êdî
Li qehwexaneyên bûlvarê dixaneke erebesk
mij û xwekuþtin digre bir ser hemû bîraxaneyan
kunyeya vî bajarî diyar e êdî û bêdengiya te
dibe serhildan milyon caran, ma qey ez nizanim
hela tu were hembêza min, bila destên te gipîgerm bimînin
dewriye digrin ser malên hatine tarîkirin dîsa
Heke tu biçî wê kavil bibe ev bajar çivîk jî wê bimirin
ez ê bibim tofanek li hemû ciyên ku tu bêdeng dimînî
Ahmet Telli
Werger:Lal Laleþ HESP
De ji me ra qala qenciya meþê
Bayê bezê, bijûyên kef dida
Çirûskên ji ber siman dipekiya bike
De ji me ra qala þabûna cahnîyek dihîþiya
Qala hêrs û birînên qamçiyan ên ku di qorika te da
Qala mîrzadeyên di çîrokan da bike
Tu yê ku birayê jin û çekan e
Hinek ji qala kevneþopiyên feodalan
Û qîzên ku te direvand bike
Ji me ra qala çiyan, þevên rêbiran
Qala mirinan û bêmirinan bike
Dû ra jî qala veguherîna textan a ber bi tuncan
Te yê ku hemû dîtiyê û jiyayê
Ahmet Telli
Werger: Jîyan Alpîranî |