Min ji te hezkir Min ji te hezkir
Di şevekî tarî da
Li ber berf û baranê
Serê meha Nisanê
***
Min ji te hezkir
Bi zikê bircî
Bi lingên tazî
Roja çilê zivistanê
***
Min ji te hezkir
Bi dengê bilûrê
Bi qebe qebê kewê
Li zozanê Şerefdînê
***
Min ji te hezkir
Di xewna xwe da
Li bin siya darê
Roja bîst û yekê Adarê
***
Min ji te hezkir
Di çardesalî ya xwe da
Bi çavên bi hêsir
Li ber çemê Mûradê |