Dirokim ez dirok,
diroka Mezopotamya,
Bi hezar salan,
Mi çandînî li vir kir,
Mi diroka xwe li vir ava kir,
Li amede, merdinê, cizira botanê,
Mi hunera xwe li vir zelal kir.
Ez Jîyanim ez jîyan,
Jîyana mirovati,
Mi jîyan ji vir belav kir li cihanê,
Gela li vir hevdû hêmbêz kir,
Bi mirovati, bi hevaltî,
Wek daristanek bi hevdû,
Bi hevdû hişyar û şad bûn.
Zimanên me cûda bû,
Çanda me, diroka me ji
Rengê me, ruye me zelal bû,
Rondikê çavê me wek hev bûn,
Em mirov bun em mirov.
Ez dergûşa şaristana mi,
Mi çavê xwe li vir vekir li cihanê,
Mi xwe li vir nas kir, naskirin kir,
Jiyana xwe,
Mi li vir hezkirin kir,
Ez dicle û ferad bum.
Hidayet ARLI