Oy heval
Ez hatime kuştin di her deman da
Li dev aveke bê xwedî
Li ser çiyakî bê deng
Bê îfade û tena bûm
Di nav dilê min de hisreta agirê Avesta
Di pişta min de kêreke bi zeng
Fermana qetla min dabûn xwîniyên min
Rihê min standin ji bedena mine nazik
Pelekî din weşiya ji payîza umrê min
Min serê xwe danî lanên pilingan
Û li ser dergûşa mirovatiyê
Ji bo rûmeta Zerdeştê kal
Dilop dilop herikî xwîna min
Baranê xwîna min şûşt
Di çavê min da jiyaneke zarokwarî
Oy qurban
Ez hatime kuştin di her deman da
Rû û simbêlên min li tevî hev dibin
Qeşa digire dest û pêyên min
Çend dojeh derbaz dibin û çend bihar
Li ser ûmrê minê xemgîn
Roj bîst û çar seet tu êş î li ser dilê min
Çar demsalên te bi berf û bager bin jî
Di ramana min da ye xwaşiktiya te
Aax birîndarê tenêbûnê me ez
Asiyîm ji ber xem û xeyalên bê guman
Axîn û întizar bûn hevalê jiyana min
Pênûsa Cegerxwîn im ez
Ramana Neruda û dilê Evdalê Zeynikê me
Min dikujin şev nîvro êvarê
Her carê da mirî ew bûn zindî dibim ez
Û ez têm kuştin di her deman da
jêgirtin...