CAYBURG.NET
Kültür Sanat Haberleri Kültür Sanat Haberleri
Cevapla
Riha/urfa Bu konu 50 defa okundu ve 0 yorum yazildi.
 
Seçenekler
Alt 20.08.2008, 19:50 #1
Premium Members

Standart Riha/urfa


Riha
Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Riha


(Þanlýurfa)
Welat Kurdistan (Bakur)
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Riha (parêzgeh)
Serbajar Riha
Rûerd 18.584 km²
Gelhe 1.237.874
Dem (UTC) UTC+2


Nexþeya parêzgehê


Nexþeya navçeyan
Malpera bajêr


Riha (bi tirkî: Þanlýurfa) parêzgeh, navçe û bajarekî bakurê Kurdistanê ye.
Tabloya Naverokê
[veþêre]

* 1 Dîrok
* 2 Ol û civak
* 3 Ciyê cografî û sînorên bajêr
* 4 Taybetiyên erdê bajêr
o 4.1 Avhewa (Rêba):
* 5 Nifûs û navçeyên bajêr (1997)
* 6 Çiyayên herêmê
* 7 Deþt, zozan û gelî
* 8 Çem û Gol
* 9 Serwetên bin erdê
* 10 Babetên heywanan
* 11 Xwarinên herêmê
* 12 Kincên herêmê
* 13 Nav û kronolojiya bajêr
* 14 Ciyên turîstîk, dîrokî û gerê
* 15 Navdarên bajêr
* 16 Girêdan

[biguherîne] Dîrok

Riha di cîhanê de bajarekî herî qedîm û kevnare ye. Her wiha di dîrokê de Riha wekî hêlîna mirovahiyê û qada þaristaniyê tê zanîn. Heta niha gelek þaristanî hatine li ser vê axê serwer bûne. Li ser axa Rihayê gelek þerên dijwar pêk hatine. Dema ku navê Rihayê tê lêvkirin warê Nemrûd û Îbrahîm pêxember tê bîra mirovan. Dema ku navê Rihayê tê lêvkirin þerê Îbrahîman ê li hemberî Nemrûdan tê bîra mirovan.

[biguherîne] Ol û civak

Bajarê Riha yê wek "Bajarê Pêxamberan" tê naskirin. Li gor rîvayetê gava Adem û Hewa ji biheshtê (cennet) tên qewrandin, tên li Xaranê bi cih dibin. Îbrahîm pêxember, Eyûb pêxember û Îsa pêxember jî li herêmê mane. Li herêmê musilmantî ji elewî û sunnî yan pêk tê. Kurd, ereb û tirk piranî ya nifusê teshkil dikin. Gelê Rihayê zêdetir bi çandinî û ajalkariyê ve mijûl e. Eleqeyeke mezin nîþanî bazirganiyê nedaye û jiyana wan bi piranî li gundan domiya ye. Ji ber wê yekê ku çanda feodaltiyê û axatiyê serdest maye. Jiyan ji bajarvaniyê û þaristaniyê wêdetir di çanda gundan de girtî maye. Loma jî ji bilî vîn û biryara kes zêdetir biryara civak û eþîrtiyê li ser dest maye. Her wiha li hemberî gotina mezinên civakê an jî eþîrê zêdetir îtiraz pêk nehatiye.

[biguherîne] Ciyê cografî û sînorên bajêr

Bajar di nav parelelên 36° 40´ û 38° 02´ bakur û merîdyenên 37° 50´ û 40° 12´ rojhilat de ne. Sînorên bajêr li bakur Semsûr û Diyarbekirê ve, li rojava bi Dîlok ve, li baþûr bi Sûrî ve û li rojhilat jî bi Mêrdînê ve tê girêdan.

[biguherîne] Taybetiyên erdê bajêr

Pîvana erdêer bajêr 18.584 km² ye. Erdê herêmê % 22,0 ji çiyan, % 16,3 ji deshtan û % 61,7 jî ji platoyan pêk tê. Li herêmê genim, ceh, nîsk, pembo, tirî û bi taybetî jî van salên dawî sebze û mewê jî li herêmê tên çandin.

[biguherîne] Avhewa (Rêba):

Li herêmê îklîmek reshayî heye. Havînan germ û zuha, zivistanan jî sar e, lê rojên bi berf li herêmê hindik in. Li herêmê ferqa navbera di germbûna þev û rojê pir e.

[biguherîne] Nifûs û navçeyên bajêr (1997)

Riha navçeya navendî jî di di nav de ji 10 navçeyan pêk tê. Nifûsa bajar nêzî milyonekê ye. Di bajar de li gorî texmînan ji sedî 90 kurd, ji sedî 5 ereb û 5'ên din jî tev li hev in. Navçeyên Riha yên herî mezin û qelebalix Sêwreg û Wêranþar in. Li Navçeya Sêwregê bi tevahî kurd dijîn û bi piranî eþîrtî serdest e. Bi taybetî li navçeya Sêwregê civat pir girêdayî axa ye.


* Riha (bi tirkî, Þanlýurfa) (navend), 535.412 rûniþtvan
* Kaniya Xezalan an Tilebyad (Akçakale), 62.454
* Pirsûs (Suruç), 72.026 (?)
* Hewag (Bozova), 70.019
* Serî Kaniyê (Ceylanpinar) 50.447
* Xelfetî (Halfeti), 35.500
* Haran (Harran), 40.664
* Curnê Reþ (Hilvan), 33.467
* Siwêrek an Sêwregî (Siverek), 146.619
* Bêrecûg (Birecik), 93.006 (?)
* Wêranþar 163.975

Tevahiya nifûsa herêmê (tevli gundan) 1.303.589 e

[biguherîne] Çiyayên herêmê

Kismek ji çiyayê Qerejdaxê (1919 m) dikeve hundurê hudûdên herêmê. Çiyayê bilind li herêmê tunene. Çiyayên Takurtukir (1222 m), Tektek (801 m), Nemrûd (800m) û Arat (771 m)

[biguherîne] Deþt, zozan û gelî

Deþta Xarranê; Mezinbûna deþtê 2750 km² ye.

Deþta Wêranþarê; Li rojhilatê deþta Xaranê ye. Mezinbûna wê 1200 km² ye.

Deþta Sirûcê; li rojava yê deþta Xaranê ye, mezinbûna wî 700 km² ye.

Deþta Curnê reþ li rojavayê Qerejdax e.


[biguherîne] Çem û Gol

Çemê Feradê; Çemê herî mezin yê Kurdistanê ye. Ji erdên Semsûrê dikeve hundirê hudûdên Riha yê. Çem di nav sê welatan de diherêke û wala dibe Xelîca Besra yê. Çemên Culap, Cavsak, Belih, Xabûr û Zengeçûr shaxên Feradê ne û li herêmê diherikin.

Gola Halîl ul Rehman ; 150m dirêj û 39 m fireh e. Li mizgefta Halîl ul Rehman e. Mehsî yên hundirê golê pîrozên û ji alî gel ve nayin girtin.

Gola Aynîzeliha; 50 m dirêj û 30 m fireh e. Mehsiyên hundirê golê pîrozên û ji alî gel ve nayine girtin.

Gola mezin û ya biçûk ji golên din yê herêmê ne.

Gola Bendava Ataturk;

[biguherîne] Serwetên bin erdê

Herêm ji alî madenan ve ne dewlemend e. Li Rihayê tenê fosfat û malzemên ji bo tûxla û kiremîdan ji bin erdê dertên.

[biguherîne] Babetên heywanan

li herêmê heywanên kovî wek kelaynak (teyrên sergurî), kew û kewroshk, xezal û ruvî peyde dibin. Li golên herêmê mehsî jî henê.

[biguherîne] Xwarinên herêmê

Herêm ji alî xwarinan pir dewlemend e. Xwarinin herî pir li herêmê tên xwarin kutilkên dagirtî, Acîn(çîkifte), beqlewe, kunefe (qedayif), kebeb û lehmecun nin. Taybetiyek herêmê jî xwarina îsotên tûj yên sor in

[biguherîne] Kincên herêmê

Di serê jinan de sharpeyek (yamshak) hene. Keçên ciwan kofiyek bi sharpeyek sipî (neçek) li serê xwe dikin. Li ser fîstanên dirêj, çakêtek dirêj tê li xwe kirin. Îshlik bê yaxe nê. SHalwarên ku jêra wan teng di bin fîstan de tê li xwe kirin. Di nigan de gorên hirî û pêlavên lastîk yê resh hene.

Zilamên herêmê entariyên ber wan girtî li xwe dikin. Çakêt, shalwar û îshlik jî li hinek deveran li xwe dikin. Di serê zilaman de "egalên sipî" hene. Di nigan de "qondere" yan jî " lastîkên resh" tê li xwe kirin.

[biguherîne] Nav û kronolojiya bajêr
Riha
Riha

Navê bajar yê kevn "Edesa" ye. Ev nav ji dema Mekodoniyan maye. Navek din jî bi zimanê suryaniyan " orihaî" û bi erebî jî (vurihaî (ava pir) ) bû. Pishtre nav wek Riha, Urfa hatiye guhertin. Nav ji alî tirkan ve wek "Þanliurfa" hatiye guhertin.

Berî Îsa (zayîn) b.z.

* 2000 - 1300 dema Mîtanî û hûriyan
* 100 - 612 dema Asûriyan
* 612 - 550 dema Medyan
* 550 - 332 dema Persan
* 332 - 313 dema Makedoniyan
* 132 hukumdariya Osroene

Piþtî Îsa (zayîn) p.z.

* 117 - 395 dema împaratoriya Roma
* 395 dema Bîzansiyan
* 639 dema Ereban
* 1071 dema Selçukiyan
* 1514 dema Împaratoriya Osmanî

Eyûbiyan jî gelek sala hukimdarî li Rihayê kir.

[biguherîne] Ciyên turîstîk, dîrokî û gerê

Herêm ji alî tarix ve pir dewlemend e. Kela bajêr li navenda bajêr e. Mizgeft û gola Halil ul rehman jî ji alî gel û turîstan ve tên ziyaret kirin. Navça Xaranê bi xaniyên xwe yên taybetî ji bo turistan ciyek gerê ye. Bendava Ataturk jî ji bo gerê û sporên ser avê ciyek mûsaîd e.

[biguherîne] Navdarên bajêr

Gelek kesen navdar ji herêma Rihayê derketine. Çendek ji wan evin: Abdullah Ocalan, Murat Karayilan, Yilmaz Guney, Þivan Perwer, Îbrahîm Tatlises

[biguherîne] Girêdan

* Wêneyên Rihayê



Bajarên Kurdistanê Ala Kurdistanê

Agirî | Akrê | Amed | Amêdî | Amûde | Banê | Bazîd | Bidlîs | Bokan | Cizîr | Colemêrg | Çewlîg | Dêrsim | Dihok | Dîlok | Efrîn | Elezîz | Erzingan | Erzirom | Êlih | Gurgum | Hesîçe | Hewlêr | Îlam | Îdir | Kamyaran | Kerkûk | Kirmaþan | Kobane | Mehabad | Meledî | Mereþ | Mêrdîn | Merîwan | Mîdyat | Musîl | Mûþ | Nisêbîn | Pawe | Pîranþar | Qamiþlo | Qers | Qoser | Riha | Selehedîn | Semsûr | Serdeþt | Serê Kaniyê | Sêrt | Seqiz | Sêwas | Silêmanî | Sine | Þino | Þirnex | Tirbespî | Urmiye | Wan | Xaneqîn | Zaxo [Üye Özel | Für Mitglieder | For Members]
Cevapla

Seçenekler

Yetkileriniz
Konu Acma Yetkiniz Yok
Cevap Yazma Yetkiniz Yok
Eklenti Yükleme Yetkiniz Yok
Mesajýnýzý Deðiþtirme Yetkiniz Yok

BB Kodlari Açık
Smileler Açık
[IMG] Kodları Açık
HTML-Kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı


Benzer Konular
Konu Konuyu Başlatan Forum Cvp Son Mesaj
Urfa Geceleri - Urfa Geceleri 14 (2009) musicman Silinen Konular ve Mesajlar 26 08.06.2009 11:53
Urfa Geceleri - Urfa Geceleri 14 (2009) Hipertrofi Son Cikan FULL Albümler (Genel) 11 18.05.2009 12:59
[2009] Urfa Geceleri - Urfa Geceleri 14 A.Asmin Son Cikan Yeni Albümler (Direkt Indir) 253 13.05.2009 21:27
Urfa Geceleri - Urfa Geceleri 14 (2009) ahmet068 Silinen Konular ve Mesajlar 41 23.04.2009 09:46
Urfa Sira Geceleri -13 f_ati_hh Silinen Konular ve Mesajlar 16 27.01.2009 03:52

WEZ Format +2. Þuan Saat: 07:47.
Cayburg - Arşiv - Top - Iyiler - Web Stats
Rapidshare Uploaded.to Uptal.com Upshare.NET Filefactory.com Videolari, Video izle Fun, Fan Anket WinRAR | File Hosting Free Kurd Radyo Dinle Bedava Albüm Indir Yeni Albüm Albüm Paylasim .Net .Org
Powered by vBulletin® Version 3.8.1 Copyright ©2000 - 2009, Jelsoft Enterprises Ltd.

1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52 53 54 55 56 57 58 59 60 61 62 63 64 65 66 67 68 69 70 71 72 73 74 75 76 77 78 79 80 81 82 83 84 85 86 87 88 89 90 91 92 93 94 95 96 97 98 99 100 101 102 103 104 105 106 107 108 109 110 111 112 113 114 115 116 117 118 119 120 121 122 123 124 125 126 127 128 129 130 131 132 133 134 135 136 137 138 139 140 141 142 143 144 145 146 147 148 149 150 151 152 153 154 155 156 157 158 159 160 161 162 163 164 165 166 167 168 169 170 171 172 173 174 175 176 177 178 179 180 181 182 183 184 185 186 187 188 189 190 191 192 193 194 195 196 197