CAYBURG.NET
Kürtçe Þarký Sözleri Kürtçe Þarký Sözleri için paylaþým alaný - Lyrics
Cevapla
ozan aydýn þarký sözü Bu konu 400 defa okundu ve 0 yorum yazildi.
 
Seçenekler
Alt 01.06.2008, 11:14 #1
Gold Members

Arrow ozan aydýn þarký sözü


Êvar e...
Êvar e ro dereng e, haynim na
Haynim naynim naynim na
Êvar e ro derenge, de gidî de
Yalla bûkê tanzara

Sî daket ser kereng e, haynim na
Haynim naynim naynim na
Sî daket ser kerenge, de gidî de
Yalla bûkê tanzara
Êvar e Muxrebe ye
Dengê dîkan qebbe ye
Gotin û Mûzik: Gelêrî
Herêm : Serhed
Berhevkar: Aydýn KORKMAZ


Lo lawo
Lo lawo lawo lawo
Serê bozê berdaho
Boz li Bîngolê avdaho
Lo lawo lawo lawo
Kurmalo gede lawo

Lo lawo layê metê
Pez berda devê xetê
Heyrana merîfetê
Lo lawo derewîno
Te dikura memik dîno
Ser sorin kok spîno
Gotin û Mûzik: Gelêrî
Herêm: Serhed
Berhevkar: Aydýn KORKMAZ


Welatê min
Welatê min welatê min
Xortê hêja pilingê çîyan
Mêrxasê min
Tu nemirî lê tu her heyî
Di dîrokê de bi tîpên zêrîn
Þervanê min
Qada þer da tu wek Egît bû
Bû tirs ketî zikê dijmin
Wek birûsk bû
Erez li Bîngolê Husê li Tekmanê
Tekîn li Xinûsê tev wek þêr bûn
Bi te re bûn
Li ser çiya û baniyên Kurdistan
Wek çeleng bûn keleþ û mawzer
Li destan
Tekoþînek dan bê westan
Ne disekinîn ne havîn
Ne jî zivistan
Gotin û Mûzik: Aydýn KORKMAZ

Rêwîyo
Lo rêwîyo tu li ku mayî
Çavê min li rê nexwîyayî
Dilê dayka te bi hisret e
Derbas nabe ji te dûr vayî
Weyla li min korê nemayê
Ji rêwýyê min xeber nayê
Bi derba dijmin hatîye kuþtin
Cinazê Mazlûm wenda ye
Hela binêrin li vî karî
Li ecêbên vî neyarî
Bêbextî Mazlûmê min kuþtin
Wendakirin bi xeddarî
Gotin û Mûzik: Aydýn KORKMAZ

Miþkê kor
Miþkê kor mal xerabkir
Teyþta nan ji hev belakir
Di mal da xela rakir
Welleh ez pê nikarim
Nikarim ha nikarim
Bi miþkê kor nikarim

Li rast min e, li çep min e,
Li paþ min e, li pêþ min e,
Bilind dike, xwe qil dike
Xwe kil dike xwe çin dike
Peee…... Ûûûû….
Xwe hildike davêje ser min
Welleh ez pê nikarim
Nikarim ha nikarim
Bi miþkê kor nikarim

Min sivnik avêt pêþyê
Miþkê kor banzda hewþe
Bûye wekî hespê þê
Welleh ez pê nikarim

Miþkê kor banzda ser tar
Xwe qil kir avêt piþt bar
Stêrên nivîna anî xwar
Welleh ez pê nikarim
Gotin û Müzîk: Aydýn KORKMAZ

Çima nayê
Çima nayê çima nayê
Bûka delal çima nayê
Xwezgîniyê te siwar bûne
Tu xeyîdî ji malê dernayê
Bejna delal bihejîne
Xwe bixemlîne reþ li te nayê

Ser bilindî bi Agirî û Xelat
Gulyên dirêj Dîcle û Ferat
Siwarên azadiyê qor bi qor
Çi xweþ li gerdena te hat

Tu Zîn î Mem evîna te
Xwîna Þehîdan xemla te
Serfirazî tu yê biwelidînî
Azadî be wê humla te
Gotin û Mûzîk: Aydýn KORKMAZ

Zîlan
Ji baxçên bi gul
Ji peyva bilbil
Ji germaya dil
Silav li te Zîlan

Bû arek bi tîn
Bi heybet û kîn
Ket dilê dujmin
Perçekir ji bin

Haza kû tu þêrî
Li bîrî nemirî
Nû jîyanî tu
Ji mere bawerî
Gotin û Mûzîk: Aydýn KORKMAZ

Bira mirin hebûya kalbûn tunebûya
Bira... Bira li dunyayê mirin hebya, kalbun tunebya limin, limin, limin... ax û felek.
Keçikê belkî mala bavê te mîrat be, agir li mala bavê te rabe…
Rabe ji îro esrê pê ve te ewqas bi çavê xayîn li min mêzekir,
Min zanîbû tiþtekî dilê te da heye...
Minê serê xwe li ser çoka te danî...
Tu ji Xwedê natirsî derd û kulan ez kalkirim...
Te takî spî li rûyê min dîtiye, tu ji min re dibêjî heyran tu kalî...
Welle ez ne kalim... bîlle ez ne kalim
Ez koçerim,xirab mal im bê pergal im,
Heyran wez rêwî me bê heval im, ka ji kul û derdên tene ez pê dinalim dilo dilo...
Ez dimirim lêlê yadê...Welle dawîya me mirine ez ditirsim bimirim,
Kula çavên reþ û belek bi min re here gor û qebristanê.
Bira... Bira ez îro bala xwe didimê;
Hela rabin,dibêjin îro qirika kewa mina gozel...
Zirave,dirêje,mîna qirika qaz û betê li min, li min, li min...ax û felek.
Qirika kewa mina gozel zirave dirêje mîna qirika qaz û betê...
Tûka ji devê vê qîza malmîratê dibare mîna hubra li ser kaxetê.
Ezê dibêm li ber rûnêm ji êvarê heyanî sibê ji xwera bixwînim vê xal û xetê.
De lê lê...lê dîlber mala te mîratê…
Hela sêr bike ez mame li welatê xerîb çima tu ji min xeyîdî...
Heyran bi xwedê sebr û tebata dilê min bi te tê li min, li min, li min…
Ez dimirim lêlê yadê…Welle dawîya me mirine ez ditirsim bimirin,
Kula çavên reþ û belek bi min re here gor û qebristanê.
Herêm: Serhed
Çavkanî: Dengbêj ZAHARO
Berhevkar: Aydýn KORKMAZ


De bêje
Ay de bê…lê dayê…
Rebenê,porkurê,gulîbirê nemayê de bê…ax de bêje de bêje.
Buhare li welatê dûrî xerîb dîsa xeberekî reþ ji min re hatiye,
Agir û pête xistiye nava cerg û dilane lê ax lê dayê…
Sal nodûçar sîhê gulanê,heyjde rêhevalên xweþmêr,þoreþgerên Kurdistanê,
Li deþta þewitîya Ezirganê, li çemê Sansarê;de tu xerabî mal wêranê.
Leþkerê dijminên xwînxwarin weke gurê harin çember girtine li dora hevalane
Yek jê di navda piçûkê çar xwîçk û du birane
Hevalê Rêzan,çavbelekê min xortê cîwan mabû di nav lepên xwînxwaran
Canê cîwan dabûn ber gullan û bombane.
Ax de bêje dayê… rebenê, porkurê, gulîbirê nemayê
Ez çawa ji bîr bikim van kul û keserên giran
Heyanî saxbim li dewrana vê dunyayê lê dayê.
Ay de bê…ax lê dayê…
Rebenê,porkurê,gulîbirê nemayê de bê… ax de bêje, de bêje.
Dema sal nodûdu meha Adar ê, ez dihatim xerîbîyê min xatirê xwe dixwest,
Ji der û cînaran ji gundîyane ax lê dayê,
Min ji hevalê Rêzan çav û biryên reþ û belek nestandibû tu ramûsane
Lê min çizanîbû ez nabînim ji vir û wa da xortê cîwan bi ronîkê çavane lê dayê.
Ez çibikim îro jî xebera reþ limin bûye mêvane,
Wek xinçerekî tûj e tal e li serê sînga min dane, agirekî nava dilê min dadane,
Dunya min reþbûye, jiyan li min bûye wêrane lê dayê.
Ax de bêje dayê…
Gotin û Mûzîk: Aydýn KORKMAZ

Cevapla

Seçenekler

Yetkileriniz
Konu Acma Yetkiniz Yok
Cevap Yazma Yetkiniz Yok
Eklenti Yükleme Yetkiniz Yok
Mesajýnýzý Deðiþtirme Yetkiniz Yok

BB Kodlari Açık
Smileler Açık
[IMG] Kodları Açık
HTML-Kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı


Benzer Konular
Konu Konuyu Başlatan Forum Cvp Son Mesaj
En Ýyi Þarký Sözü Yazarý lazkanki GENEL ANKET FORUMLARI 28 09.05.2009 10:56
Burhan Berken þarký sözü rawen_dersim Kürtçe Þarký Sözleri 2 05.09.2008 18:39
Rotînda þarký sözü rawen_dersim Kürtçe Þarký Sözleri 1 28.08.2008 08:07

WEZ Format +2. Þuan Saat: 11:14.
Cayburg - Arşiv - Top - Iyiler - Web Stats
Rapidshare Uploaded.to Uptal.com Upshare.NET Filefactory.com Videolari, Video izle Fun, Fan Anket WinRAR | File Hosting Free Kurd Radyo Dinle Bedava Albüm Indir Yeni Albüm Albüm Paylasim .Net .Org
Powered by vBulletin® Version 3.8.1 Copyright ©2000 - 2009, Jelsoft Enterprises Ltd.

1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52 53 54 55 56 57 58 59 60 61 62 63 64 65 66 67 68 69 70 71 72 73 74 75 76 77 78 79 80 81 82 83 84 85 86 87 88 89 90 91 92 93 94 95 96 97 98 99 100 101 102 103 104 105 106 107 108 109 110 111 112 113 114 115 116 117 118 119 120 121 122 123 124 125 126 127 128 129 130 131 132 133 134 135 136 137 138 139 140 141 142 143 144 145 146 147 148 149 150 151 152 153 154 155 156 157 158 159 160 161 162 163 164 165 166 167 168 169 170 171 172 173 174 175 176 177 178 179 180 181 182 183 184 185 186 187 188 189 190 191 192 193 194 195 196 197