Diyar
Heval heval
Tari bu ezman roj xuya nayê
Kul û xemê min civiyan sebra min nayê
Çavê min digerin dayê Mizgîn tune ye
Gotin ew jî bû stêrk bar kir ji dinyayê
Heval Heval! Hevala me
Tu sorgulêk li baxê me
Em tev rewiyên doza te
Bila bê xembi dilê te
Sekinîne lê dayê avên van çema
Weşiyan pel dayê zu ketin ji dara
Nabuhurî ev roj dayê bûye wek sala
Mizgîn bu janek dayê ket hemû dila
Bêhna te tê Heval ji van hemî gula
Denge te tê Heval ji serê çiya
Buye helbest digerî li ser zimana
Bû roj heval hilatî li şeva
Gotin û Musîk: Diyar Welatê min
Welat çendi şêrin e
Tevde gul û nesrîn e
Axa Bav kalan e
Goriya te me welatê min
Tu şêrina li ber dila
Welatêmi welatêmi
Tu delala li ber dila
Welatêmi welatêmi
Çemê te ji avên berfa
Kaniya te ji dilên çiya
Revine xemên dila
Goriya te me welatêmi
Gotin û Musîk: Hozan Zozan Wey Dinyayê
Ey dinyayê tu bêbext î
Te zalim anîne ser textî
Me roj nedî ti çax û wextî
Para me ma tim bindestî
Wey dinyaye, Wey dinyaye
Ar pekêtê, derd lêketê
Me ked da te gelek salan
Te em xistin paşila guran
Bi guran re kirin bira
Lê wan em xwarin gelek caran
Me got bira tu bi xêr hatî
Gur fem nakir ji biratî
Dev vekirî, diran sutî
Binêr çawa kir biratî
Gotin û Musîk: Diyar Doza Me Namirî
Hey dijminê me yê har
Tu çi dikî barebar
Em vê dozê barnadin
Eger ezman jî bê xwar
Tu çiqas bikî hovî
Ê li me xurt dibe hevî
Ger bixwazî nexwazî
Emê azad bin li dawî
Doza me namirî
Jîn dibe li her derî
Dernayê tu carî
Hey dijminê me yê salan
Tim wiha naçe dewran
Ev car dora te ye ferman
Tu bi rindî naye iman
Bila dinê xira be
Ger welatê te nebe
Bila mirin bi xêr bê
Eger jîn azad nebe
Gotin û Musîk: Diyar Riya Azadî
Riya em dimeşin hewar û çetin
Gelek bi rê ketin hinek ji wan ketin
Pir heval stêrk bi ruyê ezman ketin
He gelek şêr in hevi û xelat in
Ev riya jînê
Sor bûye bi xwînê
Wê ji me re bîne azadiyê
Bazên li ser latên xwedanên çiya
Xwe berdan nava deşt û geliyan
Ketin nav axa şîn bûn bi hezaran
Bûn bela serê xayin û neyaran
Helbest : Dîyar