CAYBURG.NET
Kürtçe Þarký Sözleri Kürtçe Þarký Sözleri için paylaþým alaný - Lyrics
Cevapla
ÞIvAN PERWER - Þarký Sözleri Bu konu 340 defa okundu ve 8 yorum yazildi.
 
Seçenekler
Alt 04.05.2008, 11:59 #1
Gold Members

Arrow ÞIvAN PERWER - Þarký Sözleri


Xezal Xezal
Xezal Xezal de hayê hayê...
Îro minê dîbû mala Xezala min barkir çû zozana oy cefayê
Þewtê kulê dilêm pir bûn Xezalê... hayê...
Ezê van kulê dilêm’ heya dare bûye j’tere bibim
Cem aþiq û cem xozana.. oy cefayê..

Gelî gundyan û cîranan ma hunê qey nizanin
Ma rûkê Xezala min sor bûne ji kut û matê lolo... ramûsanan oy Xezal
Xezala min xeyidiye gelî gundyan û cîranan
Ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê
Xezal biyan e oy Xezal, Xerîbî zor e oy cefa
Belê meryê xerîb li welatê xerîbiyê kor e Xezal

Îro minê bala xwe didim çiyayê Sîpanê Xelatê berfê lêkir oy Xezal
Dîsa min dît bilbilê malxirab di quntara çê de hêlîn çêkir oy cefayê
Sala par heta van çaxana Xezal ya min bû
Sala îsal mêrê heram rabû lolo dawe lê kir..
Xezala min biyan e
Gelî gundyan û cîranan ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê

Buharê hat Buharê
Buharê hat Buharê
Gul vebû li rûkê yarê
Wexta çavê min lêket
Aqil ji serê min çûbû derê
Buharê hat Buharê
M’gulek dî l’rûkê yarê
M’bala xwe da vê gulê
Ji dil de evîndar e
Hin pir gulêm pir hene
Gulê min wekî te ne

Buhar hat tevb’gihayê
Tev girt çol û çiyayê
Buhar hate govendê
Govend qada mêra ye
Buharê hat Buharê
M’gulek dît binya darê
Bala xwe dam wê gulê
Ji dil de evîdar e
Hin pir gulêm pir hene
Gulê min wekî te ne

Buhara me þêrîn e
Tevde gîhayê hêþîn e
Keçê dilê min xweþ ke
Giþ bi kul û brîn e
Buharê hat Buharê
M’gulek dît binya darê
Bala xwe dam wê gulê
Ji dil de evîdar e
Hin pir gulêm pir hene
Gulê min wekî te ne

Buhar çi xweþ û rind e
Tev girt bajar û gund e
Keçê te ez helandim
Carek serî limin hilde
Buharê hat Buharê
M’gulek dît binya darê
Bala xwe dam wê gulê
Ji dil de evîdar e
Hin pir gulêm pir hene
Gulê min wekî te ne

Behra Wanê
Oy… De îro mi go dilê min bû Behra Wanê
Kelemê derd û kulan e… oy…
De îro mi go best û çem û kanî hemu bi ser de helyane hawar e limin...
Ax were lê lê hesreta’m dayê oy...
De îro mi go çiya û zozan, þax û newal
Hemû mêl bûne li bende mane
De îro min go behra Wanê werdigere
Diçe diçe li qimê diçe pêl pêl diavê
Weke bayê robarê li qimeye bayê kur e di dilê Kurdistanê de ye dilîline ya…
Were eman neman oy… hawar e limin lêlê dayê oy
De lê lê dayê oy nema...
De xwezil ez teyrekî baskbelek bûma
Ezê þax bi þax welat bi welat derya bi derya wergeriyame oy
Ezê geh bilind bûyima, geh nizim bûma
Minê baskê xwe li bayê tenik xista û bifiryama
Behra Wanê dilê Kurdistanê, ev bû demek dirêj ku min Kurdistan nediye
De ezê biçama li ber Behra Wanê dilê Kurdistanê
De minê bi Dilê Kurdistanê deveniþtama
Hawar e limin oy.. Were eman lê dayê hesreta min

Ez keçikek gundî me
Ez keçikek gundî me lo wez brîndar im
Deþt û bajar nedîme lo wez brîndar im
Gula mêrga gelî me lo wez brîndar im
Ava çem û kanî me birayêm hew zanim
Lo bira serê min b’gorî
Em girtine bi zorê
Bi saxî ketne gorê....
Bira evîna dilê min
Agir berda canê min
Hêstir berda çavê min ay

Min j’xortekî heskiribû
Ji malê meriyê me
Bav û birayêm nedan bûn sebeba serê min
Bav û birayêm nedan bûn kelemê çavê min
Bav û birayêm nedan bûn berdevkê devê min
Lo bira serê min b’gorî
Em girtine bi zorê
Bi saxî ketne gorê....
Bira evîna dilê min
Agir berda canê min
Hêstir berda çavê min ay

Min divê navir nemîne li ser rûçkê Cîhan
Keç û xortik giþ bibin weke xwiþk û biran
Li her derê ava bin da niþkav dibistan
Ber dest û lingan mane em keçên Kurdistan
Lo bira serê min b’gorî

Em girtine bi zorê
Bi saxî ketne gorê....
Bira evîna dilê min
Agir berda canê min
Hêstir berda çavê min ay

Hele were binêr hatî mala me Perwer Þivan
Teb’ ser seran ser roniyan hat xozanê Kurdistan
Derd û kulên me pir in bûne qîr û qitran
Te bi deng û tembûra xwe bela kir li nav cîhan
Lo bira derdo Þivano
Xozano bar girano
Bê waro periþano oo...
Lo bira serê min b’gorî
Em girtine bi zorê
Bi saxî ketne gorê....

Sebra malan kara xezalan
Sebra malan kara xezalan
Bi me xweþ e wê nedin
Serê xwe rakir kete du ala
Lê li wê kes nebû xwedî
Bira bira derdê’m giran e
Ho bira derdê’m giran e
Ooo.. pir têne ser min ev gelek þerm e
Ooo.. bela serê min ji wan re ne xem e

Wexta min dît gelek pê þa bûm
Bi can û dil pê ra bûm
Hêsir ji rû jor de hatin xwa
Min nêrî lê beyan bû
Bira bira derdê’m giran e
Ho bira derdê’m giran e
Ooo.. pir têne ser min ev gelek þerm e
Ooo.. bela serê min ji wan re ne xem e

Min go can û ceger xwiþka min
Hel wer ba min em rûnin
Serê xwe rakir kete du ala

Ka ji bo çi wê mijûl be
Bira bira derdê’m giran e
Ho bira derdê’m giran e
Ooo.. pir têne ser min ev gelek þerm e
Ooo.. bela serê min ji wan re ne xem e

De lorî kurê min lorî
De lorî lorî kurê min lorî
Bavê te kuþtin dayik bi gorî

Gernas û mêrxas divê tu negrî
Þênî ku sax bin nema tu bimrî
Dujmin bi top û firok û leþker
Bombardiman kir welat li her der
Hilweþandin tev mizgeft û dîwar
Kûr kûr dinalin jar û brîndar
Zar û zêçên Kurd pir têne kuþtin
Dexl û rez û pez tiþtek nehiþtin

Tazî û birçî kir banger û berf
Wan venaþêrin van þikeft û berqef
Li ser zikê xwe diçin bi mestî
Hin dest û hin pê, hin ser þikestî
Di þevreþan de gernas e rêber
Þêrê brîndar dema diçin þer

De lorî lorî kurê min lorî
Bavê te kuþtin dayik bi gorî
Gelê hiþyar e gelek giha ye
Tiving di dest e li ser çiya ye
Sêr û piling in hawîr dibazin
Doza me Kurdan serbest dixwazin
Bi xwîn nivisîn li ser zinaran
Livir nemaye cîyê neyaran
Bi qeþte dujmin qada me berde
Ev der welatê gernasê Kurd e
Qada me berdin ji bo me yekser
Em aþtîxwaz in me navê ev þer
Em jî wekî we divên serbesti
Ma kî dixwaze dîlî û bindestî

Ey Reqîb
Ey Reqîb her maye qewmê Kurdziman
Naþikê û danayê bi topê zeman
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan

Em xortên rengê sor û þoreþ in
Seyr dike xwîna diyan me da rijan
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan

Em xortên Midya û Keyxusrev in
Dîn îman û ha îman her niþtiman
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan

Lawê Kurd e, bûye ser pê wek þêran
Da bi xwîn neqþîn bike tacê cîhan
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan

Xortê nuh tev hazir û amade ne
Canfida ne canfida her canfida
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan

Alt 04.05.2008, 11:59 #2
Gold Members
Serfirazkin (Venseremos)
Îro gel dike þerê jînê
Hêz dike bi xurtî û ramanî
Bimre neyarê gela cunta
Bijî ‘Yekîtiya Popular’
Serfirazkin serfirazkin biþkînin zêncîrê zordarî
Serfirazkin serfirazkin serfirazkin ala azadî

Bi hurandin, bi girî fêde nakî
Hatin wê bibe sosyalîst
Wê sibe ji îro xweþtir çêbe
Ewê dîroka min nû vebe
Serfirazkin serfirazkin biþkînin zêncîrê zordarî
Serfirazkin serfirazkin serfirazkin ala azadî

Lê Dotmam
Xeber hate min li ser eþqa dil
Eywax gul bû evîndara bilbil
Bilbil xema qet nakþîne ji gul
Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreþê
Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê
Delalê evîndara pismamê
Zeriyê evîndara pismamê

Dotmam dayika me tev niþtiman e
Diqîrî digazî li ber desta ne
Wê çawa bê sebra me Kurdan e
Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreþê
Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreþê
Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê
Delalê evîndara pismamê
Zeriyê evîndara pismamê

Dotmam tu pir þêrînî li ba þivan
Lê niþtiman nadim bi hezar yaran
Bo azadî dil û canêm qurban
Bo rizgarî divêm axa goran
Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreþê
Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreþê
Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê
Delalê evîndara pismamê
Zeriyê evîndara pismamê

Zembîlfiroþ
Qinyata Zembilfiroþ û evîna Xatûnê. Wekî bakî germ bi evîn, tirs. Lê paqijî girtibû ser hêlê û herkesî, li dora Kela Farqînê. Weha dibêje gelê me: Zembilfiroþ. Lawikê Ebas, ya Emin ya nenas. Xêr û xeraca nastîne, keda destê xwe dixwe. Hurmeta Mîr û evîna Xatûnê; heskirina welat, gel, hele ya zarok û jina wî her li dilê wî ye. Hêja ye Zembilfiroþ

Zembîlfiroþ zembîla tîne
Delalo zembîla tîne
Kolan bi kolan digerîne
Nan û dahnê pê distîne
Zarokan pê ditevrîne

Gava ew zembîla tîne
Xatûn li bircê dibîne
Bi eþqa dil dihebîne
Aqil diçe sewda namîne
Ha dil were, ha dil were
Kesê ji dil nekî bawere
Ji mirovantî hatiye dere

Xatûn :
Kuro sêlka vir de bîne
Mîr dixwaze te bibîne
Buha buha ji te bistîne
Lawiko ez brîndar im

Zembîlfiroþ:
Xatûna min a delal e
Min bîhîstî Mîr ne li mal e
Bazara’m bi malê helal e
Xatûnê ez tobedar im
Delalê ez tobedar im

Ha dil were carek bi coþ
Car car vexwe þerbeta xoþ
Dilqinyata Zembîlfiroþ

Xatûn :
Zembîlfiroþ lawikê beyan î
Ez dibêjim tu pê dizanî
Min bo eþqa dil te anî
Lawiko ez evîndar im

Zembîlfiroþ:
Xatûna min a zerîn e
Qusur li ser te qet nîne
Lê dilêm kesî nahebîne
Xatûnê ez tobedar im
Delalê ez tobedar im

Hay hay hay hawar e hawar e
Hay hay hay hay..
Xatûn pir evîndar e
Li ber rehma Xwedê xwar e
Ji eþqê maye bê par e
Evîndar e ma bêçare

Xatûn li jor kar dike
Zêr li eniyê par dike
Kalên sedsalan har dike

Xatûn :
Çavên min mîna eynan e
Biskê min mîna qeytan e
Diranê min mîna mircan in
Eniya min mîna ferþan e
Berê min mîna fîncan e
Fîncanên mîr û paþan e
Sîngê min mîna zozan e
Zozanên haft eþîran e
Zembîlfiroþ, lawikê derwêþ
Lê bike kêf û seyran e

Zembîlfiroþ lawikê derwêþ e
Keremke tu were pêþe
Heqê zembîlên xwe bibêje
Lawiko ez evîndar im

Zembîlfiroþ:
Lê lê lê, lê lê Xatûnê
Çavên te mîna zeytûnê
Ditirsim ji agirê êtûnê
Ya Xatûn ez tobedar im
Tobedarê Xaliqê Cebar im
J’ser toba xwe ez nayêm xwarê

Xatûn :
Zembîlfiroþ lawikê feqîr e
Were ser doþeka Mîr e
Bidim te guliyên herîr e
Lawiko ez evîndar im

Zembîlfiroþ:
Tu Xatûna li birc û van î
Li ser text û li ser seran î
Tu ji min re nabî kevanî
Xwedî zarok û eyal im
Zarok tazî û birçî li mal in
Xatûnê ez tobedar im

Xatûn :
Zembîlfiroþ lawikê nenas î
Tena derpî û kiras î
Tu ji destêm nabî xelas î
Lawiko ez evîndar im

Zembîlfiroþ:
Xatûna gerden bi morî
Qet nabe bi kotek û zorî
Tirsa min ji wî Reb ê jorê
Xatûnê ez tobedar im
Tobedarê Zerdeþtê Kal im
Ji ser toba xwe qet nayêm xwarê

Ez nexweþ im
Ez nexweþ im gewra minê
Îro min go were ser min... ay…
Gewra minê min go wez nexweþ im
De were ser min
Tuyê taya lihêfê rake vê êvarê rex û têkev ber min
Ax… çi ferman e bira oy…

Bextê te me gava gundî û cîran bêjin ew kî bû ew kî nebû
Ezê bêjim Hekîmê Loqman bû hate ser min limin...
Ez xirabmal im yeman, ez bendewar im yeman
Eva serê çend û çend salên min temam
Min terka welatê xwe da
Ez perîþan im bira… ax çi ferman e dilo

Qumrîkê
Qumrîkê ez romî me belê
Delalê ez romî me
Kumsor û efendî me belê
Kumsor û efendî me
Xulam çavên reþbelek
Aþiqa keçka gundî me

De yar yar yar, de yar yar yar
De yar yar yar, de yar yar
De yar yar yar, de yar yar
Bê te sebra min nayê

Qumrîka li ser zinara belê
Delala li ser zinara
Kulîlka nava dara belê
Kulîlka nava dara
Heyfa çavên reþbelek
Ketiye destê neyara

De yar yar yar, de yar yar yar
De yar yar yar, de yar yar
De yar yar yar, de yar yar
Bê te sebra (xewka) min nayê

Qumrîkê ser bi zêr e belê
Sîng dergeha bajêr e
Heyfa çavên reþbelek
Qumrîkê didin mêr e

De yar yar yar, de yar yar yar
De yar yar yar, de yar yar
De yar yar yar, de yar yar
Bê te sebra (xewka) min nayê

[b]Hinê bînin li teþtê kin|b]
Hinê bînin li teþtê kin
Þîr û þerbetê çêkin
Kevçî bi kevî rûn lêkin
Bînin li destê zavê kin
Bînin li serê zavê kin

Þarika bûkê heftreng e
Dayê rabe dereng e
Dawet hatî ber derî
Bîhna zavê pir teng e
Bîhna bûkê pir teng e

Ha dîlan dîlan dîlan
Stran dîlan û lîlan
Çi bûkekî delal e
Zava bû xwedî mal e

__________________
Alt 04.05.2008, 12:00 #3
Gold Members
Yek Mûmik
Kanî tembûra we lo, kanî tembûrvanê we
Kanî zirneya we lo, kanî zirnevanê we
Kanî dahola we lo, kanî daholvanê we
Kanî mêvanê we lo, kanî mazûbanê we
Va ye mêvanê me lo, va ye mazûbanê me
Kanî bûk û zavê we, kanî va govenda we
Va ne bûk û zavê me, ava ye govenda me

Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik
Çar mûmik, çarde mûmik
Serê malê misqalik
Bûk li zavê bimbarek ha nînna
Ha nînna heyra nînna

Çûme Mûsilê carek, min anî hine barek
Heçî malê keç tê de, me dabûye sihanek
Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik
Çar mûmik, çarde mûmik
Serê malê misqalik
Bûk li zavê bimbarek ha nînna
Ha nînna heyra nînna

Hatim Diyarbekir carek, min anî hine barek
Heçî malê xort tê de, me dabûye desmalek
Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik
Çar mûmik, çarde mûmik
Serê malê misqalik
Bûk li zavê bimbarek ha nînna
Ha nînna heyra nînna

Narîn
Hey lê lê Narîn, Narîn kubarê
Ezê tu emelê dunyayê nakim
Ezê têlekê ji tembûra sazbendan peydakim
Ezê rojê deh cara xwe di ber deriyê mala bavê te de her û werim xwe li ba kim
Ezê tu dila di ser çavê reþ û belek re qebûl nakim
Keça bêsoza, reyisa bêbexta, toximê Ewana
Derewînê lê Narîn, hey lê lê Narîn

Hey lê lê Narîn, kubarê
lê Narîn
Narîn kubarê zozanên mala bavê me dudu ne

De rabin em herdu bi çepilên hevdu bigrin bavêjin þaristanê xerîb
Bila kesek nizanibe ez û mihuba dilê xwe li ku ne
Gava xelk ji me bipirsin, bêjin hûn çiyê hevdu ne
Emê bêjin ya wer em xuþk û birayê hevdu ne
Hege xelk bêje ji bo þiklê ne weke hevdu ne
Emê bêjin bavê me yek e, dayikên me dudu ne
Toximê bextreþa, Ewana, nerindê, derewînê lê Narîn
Hey lê lê Narîn, bêbextê
lê Narîn

Qîrînek

Qîrînek tê ji dûr welat
Nalîn diket deþt û newal
Gazî dike dibê: Welat
Kanî welat bimrim heval

Pi gotin tê ji yekî þivan
Pir dibêje li ser niþtiman
Guh dirêjo gotin giro
Ka welatê te Kurdistan?


Dilo ez bimrim
Dilo ez bimrim dilo hewar li vê buharê
Li vê buharê dilo heyran li vê buharê
Mirin pir xweþ e dilo hewar li milkê bavê
Li milkê bavê dilo heyran li milkê bavê
Hêsir li çavê min xweþ in û neþ in weke baranê
Weke baranê dilo heyran weke baranê
Tirba min çêkin dilo hewar li milkê bavê
Milkê Kurdan e dilo hewar milkê merdan e

Dilo ez bimrim dilo hewar li vê payîzê
Li vê payîzê dilo heyran li vê payîzê
Kurdo werin bi hev bigrin em bigrin lezê
Em bigrin lezê dilo heyran em bigrin lezê
Mirin pir xweþ e bira hewar bi merd û cezê
Bira azadîyê bira hewar bi merd û cezê
Tirba min b’kolin bira hewar li Kurdistanê
Li gulistanê dilo heyran li gulistanê

Dilo ez bimtim dilo hewar li zivistanê
Li zivistanê dilo heyran li zivistanê
Mêr gelek bûne dilo hewar wek goristanê
Wek goristanê bira hewar wek goristanê
Emê ilm rastkin dilo heyran di dibistanê
Di dibistanê dilo hewar di dibistanê
Tirba Þivan hûnê çêkin li Kurdistanê
Li Kurdistanê dilo heyran li Kurdistanê

Kurdno rabin ji xewê
(Xeberdan) Êdî bese rabe ji xew, xortê hêja keça bedew
Tenê mayî tu raketî, xebata te bi paþketî
Rohilatî pir bilind bûn, xelkê cîhan tev þîyar bûn

Tenê mayî tu raketî, xebata te bi paþketî
Rohilatî pir bilind bûn, xelkê cîhan tev þîyar bûn
Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo

Ez pir rind im li bende we me, lo gula sor im li hêvya we me
Rêya we bû ronahî, dîsa kor in nabînin
Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo

Bandikim te Ruhayê lê, Diyarbekir pir deng daye
Bitlîs û Muþ, Hekarî, Wan hilgirtine barê giran
Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo

Ez Þivan im hêvîdarim, lo bi qîrîn û bi hewar im
Ev bû bîst û sê salê min, dikim gazî û dinalim
Dibe bîst û çar salê min, dikim gazî û dinalim
Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo

Hevalê bargiran im
Hevalê bargiran im, hevalê þoreþvan im
Hevalê þoreþvan im hevalê þoreþvan im
Hozanê gelê bindest, hozanê we Kurdan im
Ez dengê Kurdistan im, Endamê Kurdistan im

Qet zen nekin her weha, li þorên we guhdar im
Li þorên we guhdar im li þorên we guhdar im
Nêm firotan nêm buha, gelê bindest re yar im
Gelê bindest re yar im gelê bindest re yar im

Nalîn tê ji Kurdistan, bo wê çêdikim helbestan
Bo wê çêdikim helbestan ax bo wê çêdikim helbestan
Destê xwe em dirêjkin hev, deynin baxê gulistan
Çêkin baxê gulistan ax deynin baxê gulistan

Alîkarê dilsoz im, rêdanê mêrê hov im
Rêdanê mêrê hov im rêberê begê hov im
Þoreþger im him Kurd im, bo xwînxwara bi xof im
Bo xwînxwara bi xof im li ser wan tim bi xof im

Ala rengîn
Ala rengîn pîroz û xweþ, te hildigrim diçim bimeþ
Tu’l ser milên xortên ciwan, di nav te de yek rojek geþ
Ala sê reng î tu, bi nav û deng î tu, niþana ceng î tu
Ey xortê Kurdan silavê le bikin

Îro me tu kirye himbêz, rojek wê bê te bikin rêz
Li ser bana, li eywana, roja þadî bi xeml û xêz
Kesk û sor û zer î, niþana zafer î
Ey keçên Kurdan silavê le bikin

Te bi zîv û zêr tevde kildim, roja cengê ez te hildim
Ger ez bimrim, ger ez rabim, Cegerxwîn im serbilind im
Ala sê rengîn î, pîroz û þêrîn î, niþana mizgîn î
Ey xortê Kurdan silavê le bikin

Mihemmedo
Wî de loy loy loyloy loyloy loy loy
de loyloy.......de loloy loy Mihemedo hevalo
Wî de dayê bejna Mihemedê min nîþana serê çîyan
Bejna delalê min nîþana serê çîyan

Wî de agir bikev mala van romiyan
Derbeke li bejna Mihemedê min dane van hoviyan
De loy loy.... loy loy...... Mihemedo hevalo
Ax de loy loy.... gula cimatano loy loy
Destmala destê xortano loyloy..de kelemê çavê dujminano...
Wî de yadê diyaram çiyayê Qerejdaxê biþewite bi kevir e

Wey xeberdana xeberê dibêjin eskerê Romî rêç û durbên Mihemedê min digire
Û emê xeberê bidin Diyarbekir û Siwereka xopan
Bira heyf û tola Mihamedê me bigire de loyloy..Mihemedo cano
Ax de loyloy... gula cimatano loyloy destmala destê xortano loyloy
Kelemê çavê dujminano

Warê me ye
Warê me ye warê me ye
Þûna bav û kalê me ye
Ji me girtin bi zordestî
Kesek tune bû li piþta me

Pezê me, pezê me
Diçêriya li çiyayê me
Talan kirin, girtin birin
Agir berdan konê me
Li me girtin bi zordestî
Kesek tune bû li piþta me

Zarokên me zarokên me
Ji bir nakin ew rewþa me
Perçiqandin jiyîna wan
Xwestin vemirin ocaxên me
Li me girtin bi zordestî
Kesek tune bû li piþta me

Mêrgê me na mêrgê me na
Lê gul diçînin keçê me na
Jêdikirin gulyê wana
Ez j’bîrnakim zarîna wan
Warê me ye
Warê me ye warê me ye
Þûna bav û kalê me ye
Ji me girtin bi zordestî
Kesek tune bû li piþta me

Kurd in em in
Gerçî toþî rencerayî û hesret û derdim emin

Qet lades em çerxe siqlê nabezim merdim emin
Ger le birsan û leber bêbergî îmro req helêm
Nokerî begane nakim ta le ser herdim emin

Ax eman…. Ax
Aþiqî çavî kejal û gerdnî pir xalnim
Aþiqî kêw û talan û benden û berdim emin

Min lezencîr û tenaf û dar û bend bakim niye
Letletim kin bimkujin hêsta delim Kurdin emin
Mîmîcan
Hatim mala bavê te, hele hele hele hele Mîmîcan
Bo xatirê çavên te, hele yar hele yar Nînacan
Pir xanim e dayika te, hele yar hele yar Mîmîcan
Xweþ camêr e bavê te, hele yar hele yar Nînacan

Bejn û bal çav û biryên te hele hele Mîmîcan
Çi xweþ li hev hatine, hele yar hele yar Nînacan
Li min bibihorî ezbenî, hele hele hele Mîmîcan
Bêhemd dilê min ketiye te, hele yar hele yar Nînacan

Em hatine te bixwazin, hele hele hele hele Mîmîcan
Ser çavan gilî û gazin, hele yar hele yar Nînacan
Mala bavê te ava be, hele hele hele hele Mîmîcan
Bixêrhatina me dixwazin, hele yar hele yar Nînacan
Gotin: Þivan Perwer
Muzîk: Gelêrî
Alt 04.05.2008, 12:02 #4
Gold Members

Arrow þivan perwer


Ehmedê Mala Mûsa
Ax... heywax li min, heywax li min... lê mala minê
Heyfa dilê min mehkûmê, min rebenê lê dil ketinê
Ehmedê Mala Mûsa çawa mi dixwazî lê mi nadinê
Hûnê çawa bikûjin xweþmêra ji bo xatirê mi rebenê xweþik jinê
Heywax li min heywax li min mala minê
Heyfa çavên reþ û belek hûn dibînin îro ax ketinê

Ax.. dayê Ehmedê Mala Mûsa çi xweþmêr e, hunermend e lê, tembûrvan e
Tesbîhê di destê wî de ji kevrê þadî, lê ji kehreban e
Ew mêrxasê xweþmêra nekuje bi Xwedê ezê bêjim:
Ew e mêrê bi sed mêran e
Ew nemerdê Ehmedê min bikuje hawar ew ji bera gur û rovî lê xayina ne

Ax.. dayê pêre hatî cejn û îda vê Qurbanê
Keçik û kurikê me derketin govend, þahî lê vê dîlanê
Salihê pismamê min bang kir got:
Te por kurê Ehmedê Mala Mûsa birîndar e li aliyê le... di eywanê
Gava ez çûm mi bi çavê serê xwe dî, hawar e dayê...
Dilê min þewitî lê agir danê
Heywax li min heywax li min mala minê
Heyfa çavê reþ û belek dibînin hawar, dibînin ax ketinê
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Çavkanî: Seîd Axayê Cizîrî
Berhevkar: Þivan Perwer

Gulnîþan
Gulnîþan Gulnîþan esmer halim perîþan
Ezê biçim xerîbiyê, destmala’m bo te nîþan
Buhar e êvar e, sîyê girtî zinar e
Keç û xort li seyranê
Ji xeynê me dost û yar e
Gulnîþan Gulnîþan esmer halim perîþan
Ezê biçim xûrbetê, da bo te bikem nîþan

Gulnîþan gulgulî, kesk û sor da xemilî
Kesê Gulîþan nevê, ew delala vî dilî
Kesê Gulîþan nevê ew serdilka vî dilî
Gulnîþan Gulnîþan esmer halim perîþan
Ezê biçim xerîbiyê, destmala’m bo te nîþan
Çavkanî: Hesenê Cizîrî
Berhevkar: Þivan Perwer

Mamê min
Were dotmam were dotmam were dotmamê
Tu kulîlka nava þax û zozan
Wele dotmam heçî kesê derdê evînîkê nedîtiye
Ax de bila li min û dotmama min nekin gazind û loman...
Ay de domamê... ax zerî kubarê dil evîndarê

Wele dotmam ava þetê me þerbet e...
Pêla navîn li ser hev kete
Lê dotmam dibê evînîka xelk û alemê adet bû
Ax ya min û dotmama min li Cizîra Bota bûye çi qebhete
Ax de domamê... ax zerî kubarê dil evîndarê

Wele dotmam ava þetê me hêþîn e, pêla navîn ser û bin e
Wele ezê herim dotmama xwe ji mamê xwe bixwazim
Wela heke mamê min dotmama min nede min
Wele ezê çepilê dotmama xwe bigirim birevînim
Biqelibînim ser çemê Xalidikê…
Ax de domamê... ax zerî kubarê dil evîndarê…

Wele domam wele domam, navê dotmama min Gulçîn e
Tava heyvê daketiye Cizîra Botan ser û bin e
Ezê herim dotmama xwe ji mamê xwe bixwazim
Lê lê heke dotmama min nede min
Ezê bêjim mamo tu xwînîyê serê min î
Ax de dotmamê dotmamê
Wey de dotmamê, ax zerî kubarê, wez bi xûlamê
Gotin û Muzîk : Meryem Xan
Berhevkar : Þivan Perwer

Heybênin
Heybênin bênin Kejawe bênin
Ew kiçe mindal e dilî meþkênin
Erê çinar û lawlaw
Cana zerya nemawe
Erê min bo kê digrim
Kê bibe ya ma

Heybênin bênin Kejawe bênin
Belê delên le bane
Cana xum exime xwarê
Erê xum eximê bawiþ
Gel gele darê
Heybênin…

Erê delên lew bane cane þede herzan e
Belê þidê qabilî bala berzan e
Hey bênin, bênin

Belê dibên hingiv ket
Canam le qutya þîn da
Belê ê man çûn xazgînî
Vala hatin bi þûn da
Gotin û Muzîk: Gelêrî (Soranî)
Çavkanî: Tîpa Silêmanî (Enwer Qeredaxî)
Berhevkar: Þivan Perwer

Sarê
Sarê rabe êvar e, delalîkê rabe êvar e
Sîyê girtî zinare
Sî ket ber dîware
Min bi heyrana gerdenê
Wan biskê te yî li dar e

Sarê keça Sûrya ye, delalîka dayik û bava ye
Min go Sarê were vir
Sûryoyî xeber daye
Dinê me ji hev cuda ye, lê dilê me di hev de maye
Em gelek ji hev hezdikin
Ferqa dîn qet nemaye
Sarê tu Sara min î, rindikê tu yara min î
Ez bi heyrana gerdenê, wan biskên te yên þekirî
Zar û ziman ne zor e, ger tu dixwazî fêr bibî
De were te fêr bikim, da bi Kurdî xeber bidî
Gotin û Muzîk: Gelêrî

Hekîmo
Were bêje Hekîmo… Hekîm qûrban tuyê bi xwe kî
Xwedê hebînî ser me da neke nazî, wey neke nazî…

Tuyê merhemekê ji birîna birîndarê mala bavê min re çêkî
Tovê henikê, ji donê zeytê, koka darê dara Mazî
Wey esmerê bînî þîrê teyrê bazî, emê pêþkêþî hekîmê xwe kin
Bo xatirê birîndaran zêrê serê van pîrekan hekîm
Heger tuyê birîndare mala bavê min sax kî
Tu yê bi zêrê bi serê me qaîl bû, qaîl bû qaîl nebû, ezê pêþkêþî hekîmê xwe kim rûkê henarî, gerdena nazî

Evdal im evdal im… nemînim nemînim… wer hekîmo birîna birîndarê mala bavê in xedar e, neêþîne

Were bêje hekîmo, hekîm qûrban tu yê qutiya melhemê ji wî alî bîne vî alî, wî e hê hê… bîne vî alî
Tuyê dibînî birîndarê mala bavê min bi ser birîna xwe de kûr dinalî
De tu yê çêke melhemekê çêke ji evîna dilê evîndara
Tovê biyê, ji koka dara darkinêrê, wey Esmerê bîne þîrê teyrê barî
Wesmerê bîne þîrê teyrê barî, wemê pêþkêþî hekîmê xwe kin
Hal û malê dinê ji bo xatirê birîndara, zêrê stûyê van pîreka
Hekîm eger tu yê birîndarê mala bavê min sax kî
Tu yê bi zêrê stûyê me razî bû, razî nebû wezê pêþkêþî hekîmê xwe kim cotê zermemkên qerqaþê hejde salî

Wey de evdal im evdal im, nemînim nemînim…
Wer hekîmo birîna birîndarê mala bavê min xedar e neêþîne
Gotin û Muzîk: Evdalê Zeynikê
Çavkanî: Þeroyê Biro
Berhevkar:Þivan Perwer

Seyran
Nisan meha seyran e
Dema bihara gulan e
Vebûn gul û gulxunçe
Çirîka bibilan e
Were evîn were ba min
Jana dil axîna min
Ez heliyam li ber evînê
Dermanê dil bide min
Heyva çarde çû were
Dewir û dem nema bi me re
Ez nexweþ im bêhal im
Beriya ku can bidim wer
Gotin: Þivan Perwer
Muzîk: Gelêrî

Yaro
Yaro yaro yaro yaro
Yaro yaro yaro yaro
Xizir vezo marê biyaro

Ezo þûne naçi verdi
Yara rendek sujî verdi
Yaro yaro yaro yaro
Yaro yaro yaro yaro
Xizir vezo marê biyaro

Yaro delalo rindek e
Him alvoz û him hevalik e
Yaro yaro yaro yaro
Yaro yaro yaro yaro
Xizir vezo marê biyaro

Xûda yarê min gunek e
Gûzeka spî moreke
Yaro yaro yaro yaro
Yaro yaro yaro yaro
Xizir vezo marê biyaro
Gotinû Muzîk: Gelêrî
Berhevkar: Mehmet Çapan

Lemlanetkem
Lemlanetkem, suk were dest le milanit kem
Xu min yexsîrî tu nîm, hewaley þêkanit kem
Xu min yêxsîrî tu nîm hewaley kiwstanit kem

Qela û Sefîn beramber
Yarekem e’bay kirde ser
Bo xoy deçê bo seyran
Minîþ kirdûwe derbeder

Be danîþin du be du
Kelegetî xal le rû
Aþiqî le xwe birdû
Bo ru awirim tê berbû

Ey gulî þaxî Sefîn, ey ciwanî þeqlawe were
Were dilim be ax û keser e
Were le ser Sefînewe birwane
Wek evînî min çend kûr e
Were were were ey hewar were

Hewlêr piþtî çiya ye
Nawerastî kela ye
Mesîf ser banu ma ye
Min Þeqlawem xûþ dewêm
Ji ber Leyla tê da ye
Gotin û Muzîk: Gelêrî (Soranî)
Berhevkar:Þivan Perwer
Alt 04.05.2008, 12:02 #5
Gold Members
Gulîzer
Dibêjin gul nexweþ e wey gulîzeram
Dibêjin gul nexweþ e wey gul ez bimrim
Rebenê bi bextê reþ e
Wey gul wey gul wey gulîzer
Derdêm yek bû bûne sedhezar
Ez ji vî canê xwe bûme bezar
Wax derdêm yek bû te kir sedhezar
Ez ji vî canê xwe bûme bezar

Gula min gla zer e wey gulazerê
Gula min gula zer e wey gulîzeram
Ber çavêm here û were
Wey gul wey gul wey gulîzer
Derdêm yek bû bûne sedhezar
Ez ji vî canê xwe bûme bezar
Derdêm yek bû bûne sedhezar
Ez ji vî canê xwe bûme bezar

Gula min bê evîn e wey gulevînê
Ez bûm Mem ew bû Zînê
Wey gul wey gul wey gulîzer
Derdêm yek bû bûne sedhezar
Ez ji vî canê xwe bûme bezar
Wax derdêm yek bû te kir sedhezar
Ez ji vî canê xwe bûme bezar

Hesenîko û Asê
Hesenîko qurban ava çemê Mûradê tê û leme-lem e hoyê….
Hesen qurban wezê li qiraxa çem rûniþtîme li benda te me hoyê...
Wezê bêjim kelekvano ez ketime bextê te min derbasî wî alî ke
Wez kefîla heqê te me hoyê...
Na na wele tê min derbas neke wezê sîng û berê xwe ji xwe re bikim kelek û gemî, wezê derbasbim cem Hesenîkê xwe, wez helala canê Hesenîkê xwe me hoyê... De lê lê wî Asê...
Lo lo Hesen dîno wezê naçim Mûradê lo bilind ciya hoyê...
û çû keriyê mala bavê min danîne li zozanan cem bêxêrê pezkuviya hoyê...
Lo lo Hesen dîno bê te xewka min nayê gidî li nava ciya hoyê...
Bira dêk û bavê min xêrê bikin û xêrê qe nebînin
Çawa min nedan Hesenîkê bi dilê min, min dane lawê Heskê Xelo ew þûndokê ser xaniya hoyê... De lê lê wî Heseno...
Hesen qurban min go ji Mûradê heta vira hoyê...
Ava Mûradê pêl bi pêl e derbas dibe ser pira hoyê...
Hesen qurban bira agir bikeve mala fesad û awara
Wele minê bizanibiya te yê ji min ra bigota Asê xwehingê, minê bigota Hesen bira hoyê...
Na na wele biþewite mala zalim û xêrnexwaza sala îsal xwîna sor nedirijiya li ser kevirê hoyê... De lê lê wî çi bike Asê...

Hay gidî Xeydokê
Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê
Þêrînê þemamokê lê li min gidî Zeynokê
Bejna te zirav e, weke þitila tuhokê

Li Ruhayê dewran e, li Siwerekê ferman e
Ji bo xatirê Xeydokê, eþîr tevda di þer da ne
Bona çavê Xeydokê eþîr tevda di þer da ne
Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê
Þêrînê þemamokê lê li min gidî Zeynokê
Bejna te zirav e, weke þitila tuhokê

Xeydok hat û hewa çû, kê lê nêrî ji dil va çû
Bona xatirê Xeydokê lo xwîna sêsed mêrî çû
Bona çavê Xeydokê eþîr tevde têk ve çûn
Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê
Þêrînê þemamokê lê li min gidî Zeynokê
Bejna te zirav e, weke þitila tuhokê

Çi Xeydokek dil û can, xort tev jê re bûn qurban
Çi Xeydokek dil û can lo eþîr tev jê re bûn qurban
Et di bîra xwe neanîn lê çi bûye Kurdistan
Hemû hatin doza wê, lê nefikirîn Kurdistan
Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê
Þêrînê þemamokê lê li min gidî Zeynokê
Bejna te zirav e, weke þitila tuhokê


Dûzgî
De bê wayiro
Dûzgî Dûzgî Dûzgî
Mekanê to berzo
Xwe ser de qîmetê heyet velerzo
Wazê topî xoma sera dûr berzo

De bê wayiro de bê wayiro
Gola Dêrsim de qom bê wayiro

De bê wayiro de bê wayiro
Pelgê defterê radê orê dîwanî
Gola Dêrsimî kena mawkê kamî
Berkenê bergêy benê gavanî

De bê wayiro de bê wayiro
Gola Dêrsim de qom bê wayiro

Khêla Dêrsim sero mekanî
Zalim ta ana rozî keno xan û xopanî
Kafirî çi xwo ra vira kerda
Kêla birêna, yaba vêlî

De bê wayiro de bê wayiro
Gola Dêrsim de qom bê wayiro

Ya Dûzgînê minê kemerî
Ez û to kerdo amo verê têberî
Ê te kerdo amo verê têberî
Komê xo ra vazî xebera te xêrî
Ev ri sê nîma te ro çavêyî serî

De bê wayiro de bê wayiro
Gola Dêrsim de qom bê wayiro
Gotin û Muzîk : Gelêrî (Dêrsim)
Berhevkirin : Daimi Cengiz

Bew
Bew bew bew xemil xasekem
Baxî new bew bew dîde razekem

Mizgîn mizgînî bew bew kiras hatewa
Yarim le nêw hat sera datewa

Bew bew bew xemil xasekem
Baxî new bew bew dîde razekem

Çîftî çawderî wey wey çi bînay çênî
Xwuday wanê ser mergit naybênî

Bew bew bew xemil xasekem
Baxî new bew bew dîde razekem
Gotin û Muzîk : Gelêrî (Soranî)
Berhevkirin : Þivan Perwer-Rênçber Xoþnav

Mîro
Ez çûme kelê
Kela li evrazî
Dergeh asin e
Kilîl dar û mazî
Tu bi Xwudê mîro mîro
Esmerê bixwazî

Ûy yeman yeman esmerê yeman
Ûy yeman yeman esmera min yeman

Tev xweþî birin eman eman
Tehlî bo me man
Xweþî tev birin mîro mîro
Rindî tev birin yeman yeman
Tehlî bo me man
Rindî tev birin mîro mîro
Nexweþî bo me man
Gotin û Muzîk : Gelêrî
Berhevkirin : Þivan Perwer

Koçerê
Eman eman koçerê
Tu bi qolana kemberê
Radimûsim kejîzerê
Piþta mala bênderê
Eman eman koçerê

Beriyê xaniyê me bi kevot
Piþta mala me bi kevot
Melkê mewtê here jor
Melkê mewtê were jor
Da biçe seyra dawetan
Xweziya min kejîyan firot

Eman eman koçerê
Eman eman koçerê

Min dît li afirê gamêþa
Te dî li afirê gamêþa
Tilya min girt û kêþa
Gava çavê min lê ket
Þîþa dilê min êþa
Eman eman koçerê

Eman eman koçerê
Tu bi qolana kemberê
Radimûsim kejîzerê
Piþta mala bênderê
Eman eman...
Gotin û Muzîk : Gelêrî
Çavkanî: Hesenê Cizîrî

Pawanekanî
Pawanekanî dezirîngî tewa
Qefle laya Hewlêr e egirê tewa
Qefle laya Kerkûk e egirê tewa

Çavreþim wa were
Bênxweþim zû were
Emro ezîzim were
Rûhîþîrînim were were were

A wan e zêrî hejdeh eyar e
Yarekem bi naz û nazik û nazdar e

Çavreþim wa were
Bênxweþim zû were
Emro ezîzim were
Rûhîþîrînim were were were

Ax eman nazdarim were
Were ezîzim delalî ey gulî þaxî sefîn were
Canim desotî be agirî to were ezîzim were

Ax eman nazdarim tu
Dilþadî min perîþanim were
Bangî le canekim bawere be dil perîþanim
Wek cîhan bûme perwaneyî tu ey hewar
Were ey ezîzim were

Le dûrî to ye þêt û þeyda mam
Carî were hey canim çaw le rêka ma

Çavreþim wa were
Bênxweþim zû were
Emro ezîzim were
Rûhîþîrînim were were were
Gotin û Muzîk : Gelêrî
Berhevkirin : Þivan Perwer-Nazmî Nazim

Alt 04.05.2008, 17:00 &xezalým& - MSN üzeri Mesaj gönder #6
Bronze Members
ellerine saðlýk güzel bir paylaþým ...!
Alt 04.05.2008, 18:39 #7
Ilkokul 5. Sinif
spas hewal eline saglýk
Alt 10.05.2008, 09:12 #8
Ilkokul 1. Sinif
delalenin sözleri varsa bana yollayabilirse hayir sever bi arkadas coook memnun olurum...tesekkürler
Alt 15.05.2008, 03:27 #9
Ilkokul 6. Sinif
sax bi bavemýn
Cevapla

Seçenekler

Yetkileriniz
Konu Acma Yetkiniz Yok
Cevap Yazma Yetkiniz Yok
Eklenti Yükleme Yetkiniz Yok
Mesajýnýzý Deðiþtirme Yetkiniz Yok

BB Kodlari Açık
Smileler Açık
[IMG] Kodları Açık
HTML-Kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı


Benzer Konular
Konu Konuyu Başlatan Forum Cvp Son Mesaj
Þiwan Perwer Þarký sözleri yêkroj Kürtçe Þarký Sözleri 1 17.06.2009 02:50
Ýstek: Þivan Perwer powercemo Silinen Konular ve Mesajlar 5 02.05.2009 20:21
Þivan Perwer - Halebçe hasretoprak Kürtçe Tek ve Karýþýk Mp3 5 09.03.2009 17:25
Ýstek: Best Of Þivan Perwer elaziglim23 Yerine Getirilmiþ Ýstekler 2 16.02.2009 00:56
þivan perwer (mýhemedo) ibrahim21 Silinen Konular ve Mesajlar 0 30.10.2007 07:33

WEZ Format +2. Þuan Saat: 22:42.
Cayburg - Arşiv - Top - Iyiler - Web Stats
Rapidshare Uploaded.to Uptal.com Upshare.NET Filefactory.com Videolari, Video izle Fun, Fan Anket WinRAR | File Hosting Free Kurd Radyo Dinle Bedava Albüm Indir Yeni Albüm Albüm Paylasim .Net .Org
Powered by vBulletin® Version 3.8.1 Copyright ©2000 - 2009, Jelsoft Enterprises Ltd.

1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52 53 54 55 56 57 58 59 60 61 62 63 64 65 66 67 68 69 70 71 72 73 74 75 76 77 78 79 80 81 82 83 84 85 86 87 88 89 90 91 92 93 94 95 96 97 98 99 100 101 102 103 104 105 106 107 108 109 110 111 112 113 114 115 116 117 118 119 120 121 122 123 124 125 126 127 128 129 130 131 132 133 134 135 136 137 138 139 140 141 142 143 144 145 146 147 148 149 150 151 152 153 154 155 156 157 158 159 160 161 162 163 164 165 166 167 168 169 170 171 172 173 174 175 176 177 178 179 180 181 182 183 184 185 186 187 188 189 190 191 192 193 194 195 196 197