Ciwan Haco Diyarbekir warê min e
Diyarbekir cihê min e
Cihê bav û kalê min e
Ew mesken û paytaxta min e
Ew xumxuma ava mezin
Diherike û pêl bilezin
Kulê dilêm pê re dibezin
Civat û seyrana min e
Li ser surhê singa te bû ferman
Hatin bi te re xortên ciwan
Bi hêbet û bi qehreman
êdî ne ma tirsa giran
Li ser birca te yê bilind
Mij û dûman her girtine
Gul û Sosin pel weþandin
Bimrim bijîm li vê dinyayê
Li te divegerim carek dine
Gotin: Dîber Haco
Musik: Ciwan Haco
Torîna min
Torina min ez dizanim
Tu nehati buyî dîtnamin
Li ser nexweþiya min
Li ser nexweþiya min
Torinam min delala min
Can dilhê xwe ji te nahêlim
Tu cara xwe ji te silnakim
Ji ber ku bextê me huya
Feleka me þikestiya
Lê can sond dixum te nahêlim
ger çend sala li min biburînin
Pirça serê min sipi bikin
çend qunaxa me ji her dur bikin
evina ma dê pêtirbitin
Gotin: Remezan Zaxolî
Musîk: Ciwan Haco
Behra Wanê
Behra Wanê Behra Wanê
Nav û dengê Kurdistanê
Rengek delal li ser te ye
Niwan rengan em dinalin
Behra Wanê Behra Wanê
Nav û dengê Kurdistanê
Bi çavan daye min mizgîn
Te limin can û ceger kir xwîn
Alîk Sîpan, alîk Tetwan
Alîk zîv e, alîk zêr e
Gotin û Musîk: Ciwan Haco
Hoy zemano
Ev çi rîs e ev çi þaþ e
Ya me berda ya bi teras e
Ev çiya per daye paþe
Hoy zemano lo zemano
Hoy bêbexto lo zemano
Ez biçûk im nûciwan im
Pir bi van êþan nizanim
Lê ji wan ez dilgiran im
Wer me bêje ez siyar im
Wek bizot im pêt û ar im
Ez di vî warî li karim
Gotin: Cegerxwîn
Musîk: Ciwan Haco
Dîlbera Qeþeng
Dîlbera qeþeng terhîn û ciwan
Li serî zerzeng di dest de piyan
Pêþkêþî min kir, mayî ji lêvan
Bi vexwarin da kirim netîwan
Pênûs kiþabû birhên kevanî
Çavên þîn neqþîn rengê çîmanî
Lêvên roj û dirûv hiþ û giyanî
Hilkir hilkiþa ji laþ deranî
Dîlbera nazdar tak ji rihana
Buharên rengîn mîhên gulana
Gîyanên kovî dan ser zîndana
Hilkir hilkiþa xist nav însana
Gotin: Rojen Barnas
Musîk: Ciwan Haco
Gula Sor
Gula sor, hilbû jor, bîn da dor
Li paþ Çiyayê Kaf þîn bû
Alem jêre evîn bû
Bi me xweþ, da me heþ
Em bi bîna wê sermest
Emê pê þa bin serbest
Nezanîn, xemrevîn, xemilîn
Pê zemîn
Gula bi kelemê di nav baxê îrema
Hey gula sor, alem li dor
Bicivin û bînbikin dor bi dor
Hey gula sor, hilbû jor, bîn da dor
Gula sor gula sor
Hay gul, gula sor gul
Gul gula sor, gula sor gula sor
Gotin: Qedrîcan
Musîk: Ciwan Haco
Giryanim bese
Ez ji xew rabûm welatim
Ez bi qurbanim bese
Tevde rabûn Rojhilatim
Sebr û samanim bese
Ev dema serbestîye
Bindestî êdî çû nema
Þad û dilxoþ û bilind bim
Heps û zîndanim bese
Em hemî dost û bira bin
Da bibî bax û bihiþt
Min ji nêv baxê cîhanê
Bax û bistanim bese
Omrê min çû tev di vê rê
Roj û þev nalî û girî
Das û çakuç wa me hildan
Qîr û giryanim bese
Gotin: Cegerxwin
Musîk: Ciwan Haco |