CAYBURG.NET
Yeni Albüm Haberleri Yeni Albüm Haberleri, Bu bölüm de download linki vermek yasaktir, Download linki veren üyeler uyarisiz yasaklanacaktir.
Cevapla
xelil xemgin ax albümünün tanýtýmý Bu konu 174 defa okundu ve 10 yorum yazildi.
 
Seçenekler
Alt 19.04.2008, 13:47 NEVZAT TAS - MSN üzeri Mesaj gönder #1
Ilkokul 8. Sinif

Red face xelil xemgin ax albümünün tanýtýmý


Xelîl Xemgîn bi ´aX´ê tê/ M. EMÎN YILDIRIMXizmetkarekî çandê ye Hunermend Xelîl Xemgîn yek ji wan navan e ku mîna stranbêjekî dengxweþ tehma dengê xwe yê dawidî gihandiye her derê Kurdistanê û xwe bi gelê kurd daye qebûlkirin.

X.xemgîn bi wê sekna xwe û afirîneriya xwe ya di aliyê hunerî de di gel eniya hunermendên kurd xwediyê cihekî taybet e. Xelîl Xemgîn li rojavayê Kurdistanê li herêma “Çiyayê Kurmênc” hatiye dinê. Xelîl Xemgîn ji sala 1985’an û pêde di nava Koma Berxwedan -Koma Berxwedan heta ku xwe fesh kir- de mîna endamekî çalak xebitî. Ji xeynî 16 albûmên Koma Berxwedan ku di piraniya wan de deng û awazên Xelîl Xemgîn têne bihîstin, çar berhemên wî hene. Di sala 1988’an de kaseta “Bagok”, di sala 1992’yan de kaseta “Ey Þehîd”, di sala 1997’an de kaset û albûma “Name” û di sala 200- ’an de kaset û albûma “Zend”. Xelîl Xemgîn dê îsal bi albûma xwe ya “aX” dê heta Newrozê bigihîne guhdarên xwe.
- We çima navê albûma xwe kiriye aX?
Navê berhemê aX e. Heta niha nizanim çima, min her tim xwestî, navê berhemên min bi gotinekê an jî tenê navek ji peyvekê be, di vê xebatê de jî her wisa bû. aX nav e, an jî gotinek e... Nizam, lê her kes dikare, ji xwe re þîrove bike...!


- Ji kengî ve hûn amadekariyên vê albûmê dikin û konsepta vê albûma we çi ye?
Xebata berhemê, encama amedekariyek bi qasî 2 salan e. Min vê carê xwest ku xebateke hinekî cude bidim destê xwe, awaz û gotinên berhemê, mîna konseptekê, di gel hevalê xwe Hekîm Sefkan, me daye destê xwe... Heta zelal kirina konseptê û hevbeþkirina wê, çar/ pênc stran me ji repartuarê derxistin...


- Di vê albûmê de çend stran hene, hûn dikarin hinekî behsa wan bikin?
Di albûmê de, 10 stran cih digirin. Stranên ku di albûmê de cih girtine ev in: Dunya -bi beþdariya endamên Koma berxwedan- li ser rewþa Rêberê Gelê Kurd e; Xwezî -Durim- (Weke mêvan hevalê min Seyîdxan dixwîne); Heylê, Heylê û Hayedar bin, weke 2 xebatên ceribandinê, bi þêwazeke ku heta niha guhdarên min ji min guhdar nekiriye... cih digrin. Rojên Berê (dîsa di gel hunermenda me ya deng xweþ, FATÊ, dueteke...) Neçe Dilê min... meqamekî dirêj e, stranek ku min 9 sal in, bi jan û hesretê di dilê xwe de xwedî kiriye... Þengala Nuranî-Hewar, hewar- Emin- piraniya gotinên stranan Hekîm nivîsî ye. Her wiha, 2 stran Þengal û Hewar jî yên Hekîm Sefkan in.


- We albûm di kîjan konseptê de amade kiriye?
Konsepta berhemê, bi giranî der barê hizr û fikarên civakê, bîr û helwesta gel li dijî tecrîd û inkar û îmhakirinê ye...


- Di dema amadekariyên albûmê de hûn rastî çi astengiyan hatin?
Ji bo astengî û zehmetiyan tiþtekî nabêjim, tenê baweriya xwe dikarim bînim ziman, (ma gelo, di van astên dijwar û awarte de, zext û astengî ji yên gel bêhtir hene?) Di vê xebatê de, heger astengî û zehmetiyek hebe jî, ew ji ber kêmasiya plansaziyên min ên kesane bûne. Du saziyên me yên kedkar, Mîr muzîk û Kom muzîk, camêran bê kêmasî, ji bo vê xebata me hemû hêza xwe seferber kirin... Lê di warê plansaziya aranje û derhenêriyê de zehmetî hebûn, weke min li jorê jî aniye ziman, ew jî ne têrkirina planên min û þaþ tercîhkirina min bû!


- Di vê albûmê de gelo di warê guherîna tarzê de tu guhartin heye an na?
Di warê tarz û guhartinên nû de, du stranên ku min weke ceribandin amade kiribûn di albûmê de cih digirin, ez baþ dizanim wê gengeþî û rexne li ser bêne kirin, lê min weke mirovekî di van astên ku globalizmê her tiþt xistî bin bandora xwe, xwe mecbûr dîtiye... û bi vê mecbûriyetê hisiyame...


- Gelo we berhemek li gorî dilê xwe pêþkêþî guhdarên xwe kiriye?
Min berê jî gotî mirov di hunerê de her tim þagirt e. Qet xebatek, ji sedî sed li gorî mirov hêvî dike çênabe. Lê belê, ez bextewar im ku bi alîkariya hevalên xwe û herdu saziyên me, min dikarî vê carê, xebateke rengîn ji gel û guhdarên xwe re amede bikira...!


- Hûn difikirin ku ji kîjan stranên xwe yên di vê albûmê de klîb bikiþînin?
Di rojên pêþ me de, em klîba strana Dunya, mîna klîba Roja Me, amade dikin.
__________________
Alt 19.04.2008, 13:55 #2
Lise 1. Sinif
tsk basarilar
Alt 19.04.2008, 13:55 #3
Üniversite 1. Sinif
sesi ve yorumu harika
Alt 19.04.2008, 19:52 #4
Ilkokul 7. Sinif
zor spas ,bekledigim albumdu
Alt 19.04.2008, 20:16 #5
Ilkokul 7. Sinif
benim adamým canýmmmmmmmmmmmmmmmmmmm:-)):-)):-))
Alt 22.08.2008, 17:22 #6
Bronze Members
paylaþým için teþekur ederým
Alt 23.08.2008, 16:37 #7
Ilkokul 5. Sinif
teþekkürler
Alt 24.08.2008, 21:31 #8
Anaokulu
cok kaliteli müzikler yapýyor
Alt 24.08.2008, 23:10 #9
Anaokulu
cok iyi olur
Alt 25.08.2008, 08:15 #10
Anaokulu
evvvet güzell bir albüm
Alt 26.08.2008, 18:03 #11
Üniversite 4. Sinif
saðol emeðine saðlýk
Cevapla

Seçenekler

Yetkileriniz
Konu Acma Yetkiniz Yok
Cevap Yazma Yetkiniz Yok
Eklenti Yükleme Yetkiniz Yok
Mesajýnýzý Deðiþtirme Yetkiniz Yok

BB Kodlari Açık
Smileler Açık
[IMG] Kodları Açık
HTML-Kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı


Benzer Konular
Konu Konuyu Başlatan Forum Cvp Son Mesaj
Xelil Xemgin - Ax 2008 Déjà Vu Yeni Albüm Haberleri 57 05.07.2009 17:30
Xelil Xemgin 2 - Ey Þehid volkan21 Silinen Konular ve Mesajlar 5 24.05.2009 23:53
Xelil Xemgin fox- Özgün Sanatci Biyografileri 0 07.02.2009 10:21
Xelil Xemgin-name berjin Silinen Konular ve Mesajlar 5 14.01.2009 15:56
xelil xemgin (sýwaro) ibrahim21 Silinen Konular ve Mesajlar 1 08.01.2008 00:37

WEZ Format +2. Þuan Saat: 09:34.
Cayburg - Arşiv - Top - Iyiler - Web Stats
Rapidshare Uploaded.to Uptal.com Upshare.NET Filefactory.com Videolari, Video izle Fun, Fan Anket WinRAR | File Hosting Free Kurd Radyo Dinle Bedava Albüm Indir Yeni Albüm Albüm Paylasim .Net .Org
Powered by vBulletin® Version 3.8.1 Copyright ©2000 - 2009, Jelsoft Enterprises Ltd.

1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52 53 54 55 56 57 58 59 60 61 62 63 64 65 66 67 68 69 70 71 72 73 74 75 76 77 78 79 80 81 82 83 84 85 86 87 88 89 90 91 92 93 94 95 96 97 98 99 100 101 102 103 104 105 106 107 108 109 110 111 112 113 114 115 116 117 118 119 120 121 122 123 124 125 126 127 128 129 130 131 132 133 134 135 136 137 138 139 140 141 142 143 144 145 146 147 148 149 150 151 152 153 154 155 156 157 158 159 160 161 162 163 164 165 166 167 168 169 170 171 172 173 174 175 176 177 178 179 180 181 182 183 184 185 186 187 188 189 190 191 192 193 194 195 196 197