Jîyan
Gelo çima dijî mirov
Ji bo çîye û çi nîne
Ger xirabî ger çêyî
Herdem hertiþt li ba wî ye
Dil û jîyan bikin yek e
Xwe nexapînin bi malê dunê
Rastî bêjin rastî bijîn
Hevra bibin yek dil û can e
Êdî bese rabin serxwe
Bigerin bi hevra sema
Têla tembûra min dibê
Zulfîqar þûrê heqane
Gotin: Semî Ber & Yilmaz Ersahin
Muzîk: Yilmaz Ersahin
Tew zerê
Jorda hatî refik qazo
Wî dilo yo yo yo yo
Jor da hatî refik qazo
Tew zerê wez mêvanê teme
Hêvrî girtî gaz bi gazo
Wî dilo yo yo yo yo
Ez çibikim dewet bê sazo
Tew zerê wez mêvanê te me
Jor da hatî refik cuko
Hêvrî girtî sûk bi sûko
Ez çibikim dewet bê bûko
Tew zerê wez mêvanê te me
Gotin û Muzîk: Gelêri
Berhevkar: Yilmaz Ersahin & Arslan Dogan
Sîpanê
Kî here axa Tetwanê
Wê bibine çiyayê sîpanê
Cîh warê siyabend û xecê
Xeml û rewþa Kurdistanê
Sîpan sîpane xelatê
Bilind bûn çiqas li te tê
Ava te ava qudretê
Gulên te gulên cunetê
Te kul û xem pir dîtye
Zulm û zorê te pir dîye
Xwezgînî hate girtne
Soz û peyman wan dane
Gotin û Muzîk: Dilovan
Sebra min
Ji xwe dipirsim sebrate kanî
Gelo wenda ye kê ew hilanî
Nikarim bijîm tim bê te lê yarê
Dilê min diêþe ji ber te yarê
Canê min diêþe ji ber te yarê
Evînê birine ez pir bêhal im
Delalê xezalê ez kur dinalim
Þîrînê delalê ez pir bêhal im
Xezalê delalê ez pir bêhal im
Pelê te gulê sorê sor ave
Wek birîna min hîn jî bê nave
Dibê bibînim çavên kildayî
Ev demên sirîn biskên badayî
Bi tenê nabe bê te xew nakim
Gotin û Muzîk: Peywan Arjîn
Þev
Wa dîsa bû þev
Xewa min nayê
Van þevên tarî
Dawî lê nayê
Tenahî zor e
Sebra min nayê
Dîlber xeyîdîye
Pêjîn jê nayê
Dimînim þîyar
Di gel xeyalan
Sevhêrkêm diçin
Tev puç û vala
Dijmêrim derdan
Dirêþim kulan
Dilber xeyîdîye
Pêjîn jê nayê
Helbest: Beþîr Mele Newaf
Muzîk: Peywan Arjîn
Keçika cindî
Hana na keçika cindî
Tu çiqas rind î poz bilind î
Tu ji vî gundî ez ji vî gund î
Nizanim çima tu poz bilind î
Hana na na cana na na
Na na na þimik sorê
Þimikan derîne were jorê
Min bi xulama te porsorê
Hana na na cana na na
Na na na þimik reþê
Þimikan derîne were hewþê
Min bi xulama te por reþê
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Berhevkar: Yilmaz Ersahin
Kurmes
Kurmes biþewute li ber gaze
Xebera xirab ji me çi dixwaze
Wez ji qu kuva terim narim
Xebera kotî di pêþya min dibeze
Were eman eman eman eman
Wez helîyam dayê teva nemam
Ro vêket di gazê da warbû
Derd û kulê me dihevda rabûn
Þevaka payîzê sibe bû
Derd û kulê me ne eyle bûn ne sar bûn
Gotin û Muzîk: Dayika Edo
Berhevkar: Semî Ber
Çima
Çim çim çima nay çima
Esmer çima tu nayê
Çim çim çima nay cima
Dîlber çima tu nayê
Çavêm kor bû ji hêsiran
Lawo tu li xerîbîyê mayî
Veger were cem dayka xwe
Welat li hêvya te maye
Berfa welatê me helîya
Bihar hat tu nehatî
Gul û sosin tev rengîne
Dilê dayîka te bi xemgîne
Gotin û Muzîk:
Semî Ber & Yilmaz Ersahin
Hêviya min
Hêvîya min ji te heye ey hîcrana can
Wer dermanke van birînan bi gul û rihan
Hun gazincan ji min nekin derdêm giran a
Evîna dijwar bila neyê serê gurana
Pir havîn zivistan va çûn dîsa deng nehat
Ma kê dîtîye gelo van birînên xedar
Ew ne li vir ez dûrketim li xerîbiyê
Bûye zindan jîyana bê evîndarîyê
Gotin û Muzîk: Armanc
Ax û dax
Ax û daxû derdî le dest dunyayê
Pesew û bê halim derd bê duwayî
Em sersamîya
Bê aramiya
Dil nakamîya
Key dîye kotayî
Bûhar çûye derom pêy xirabtirim
Nasre wê dilêy pir li agirim
Ne li nav gulîzar
Nelay xizmû yar
Ne li dest û sar
Oxre nagirim
Gotin: Goran
Muzîk: Arslan Dogan & Koma Mizgîn
Lo lawiko
Binê malê me bi rê ye
Tûncik topa rimê ye
Dikim delal revînim
Bavêm kela Wanê ye
Delal Delal delal wî delal
Ax delal lo lawuko
Sêva sor bê dendiko
Ba xelkê ne tisteko
Li ba min teberiko
Delal delal delal
Hamdi li gir fitili
Te di li gir fitili
Neynik dani xemili
Xweskam yara xwe biditi
Li ser kevna ewulî
Delal delal delal
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Agir
Agirê þewata dilê dayîkan
Diþewute venamire
Agîrê hezar salan
Diþewute venamire
Agir agir roj agir
Tîna dilê me agir
Þewata azadîyê
Hesreta Kurdan agir
Tim buharê li newrozan
Ronî dide deþt û çîyan
Agîrê dilê þehîdan
Diþewute venamire
Helbest: Yilmaz Ersahin
Mûzîk: Yilmaz Ersahin
Þivano
Þivano coþ dibî tu li dest û diyaran
Nabînî tu ruyê ne derd û xedaran
Þa dibî tu herdem bi berx û bi karan
Xwezil ji berxên te jî yek ezbama
Heyla lawo þivano
Ez heyrana þivano
Heyla lawo þivano
Ez qurbana þivano
Pif dikî bilûrî tu li þevên tarî
Top dibin pezên te tev li te dikin guhdarî
Çi dibê tu ji wanra tu bi kîjan zarî
Xwezla ji guhdarên te jî yek ezbama
Helbest: Kemal Badilli
Mûzîk: Yilmaz Ersahin